Kurd û Amerîka

Kurd û Amerîka

.

A+A-

ABDULLAH KIRAN

Amerîka welatek wusa ye ku bi dostaniya xwe welatan ava dike û bi dijminahiya xwe  millet û dewletan tune dike. Her millet, her dewlet dixwaze bi  Amerîka re dost be û dost bimîne. Hin millet û dewlet hene ku dostaniya Amerîka bi dostaniya tevahiya dinyayê naguhêrin. Ji wan re bêjin,  “gelo hûn dijminatiya  Amerîka  bi dostaniya tevê dinyayê digurêrin an na?” Ewê tafilê û yekser bêjin, bila Amerîka dostê me be, dixwazî bila tevê dinyayê dijminê me be.” Ez dizanim, niha hûnê bêjin, gelo dewletên weha li dinyayê hene? Ez jî ji we re dibêjim ku hene û hejmara wan jî ne kêm e.

Yek ji dewletên ku dostaniya Amerîka bi dijminatiya tevahiya dinyayê naguhêre  Îsraîl e.  Bala we hemûyan jî kişandiye ku piştî êrşên 7ê Cotmeta sala 2023an, Îsraîl şerekî nedîtî li hember Hamasê vekir.  Di vî şerî de ji 70 hezar kesî zêdetir Filîstînî hatin kuştin û hema bêjê hemû dewletên dinyayê dijberî û dijminatiya Îsraîlê kirin. Mesela hin dewletan, Îsraîlê wek dewleta terorê îlan kir, di Dadgeha Sûcî ya Navnetewî (International Crminal Court) de li hember Îsraîlê doz hat vekirin, di derbarê Serokwezîr Netenyahu û Wezîrê Parastinê Yoav Gallantde biryara girtinê hat derxistin.  Li gor biryara vê  dadgehê,  Serokwezîrê Îsraîlê û  Wezîrê Parastinê  yê kevin Yoav Gallant nikarin  bikevin welatên ku endamên vê dadgehê ne.

 Baş e, gelo çend dewlet endamên vê dadgehê ne? Hema bêje ji sisiyan duduyên dewletên dinyayê, ango 125 dewlet. Ji van 125 dewletan 33 heb li Afrîka, 28 heb li Amerîka û Karayîbê, 25 li Ewrûpa Rojava, 20 li Ewrûpa  Rojhilat û 19 heb jî li Asya Pasîfîk in.

Hemû dewletên serbixwe endamên Netewên Yekbûyî ne. Cara paşîn, di sala 2011 an de, Sûdana Başûr wek endamê rêxistinê hat qebûlkirin. Filîstîn û Vatîkan, ne endamên tam, belê endamên çavdêr ên Neteweyên Yekbûyî ne. Ji bo ku dewleteke nû bikaribe bibe endamê Netewên Yekbûyî, pêwist e  ku 5 endamên Konseya Ewlekariyê, bi yekdengî piştgiriya endamtiya wê dewletê  bikin. Bala xwe bidinê, heta niha ji 193 endamên Netewên Yekbûyî, 157 dewletan  Filîstînê wek delwet nas kirine, belê dîsa jî Filîstîn nikare bibe endamê eslî yê Netewên Yekbûyî. Tenê Amerîka nexwaze Filîstin bibe endam, felek bibe bavê Filîstîniyan ew nikarin bibin endamên Netewên Yekbûyî.

Niha, ez bawer im we fêm kir ku çima Îsraîl, dostaniya Amerîka ji dijminatiya tevê dinyayê çêtir û bi kêrtir dibîne. Belê mijara me ne Îsraîlî û Filiîstînî ne; mesela me neçarî û bindestiya Kurdan e. Rastî ev e ku Amerîka dikare dawî li neçarî û bindestiya Kurdan bîne, şeref û namûsa Kurdan ji  nav dest û lingan derîne. Gelo çawa?

Tapoyên Kurdistanê Li Washîngtonê ne

Ezê bêçiv, raste rast bêjim. Sed sal berê,  tapûyên Kurdistanê li Londra û Parîsê bûn; ji bo standina vî tapûyî, diviya ku hem Fransa û hem jî Îngilîztan bihatana razîkirin. Belê çênebû. Du tiştan mala Kurdan xera kirYek jê ew bû ku hê bîreweriya netewî di nav Kurdan de belav nebûbû û Kurdan xwe wek mensûbên Ummeta Îslamê dihesibandin; dilzîziya wan a dînî, di ser hişmendiya wan a netewî de dihat. Her çend ku hin serok û pêşewayên Kurdan doza dewletbûnê dikirin jî, dengê wan nedigihîşt civata Kurd. Kemalîstan ew hevkarên Îngilîzan û dijminê dînê Îslamê nîşan dida û bi vî awayî tevgera wan pûç dikirTiştê duwem, Şoreşa Rûsyayê bû. Eger Şoreşa Rûsyayê bi ser neketa, ewê Peymana Sevrê bicih bianîna û Kurd bibûna dewlet. Îcar hêzên sereke yên demê, ji bo ku pêşî li belavbûna Sosyalîzma Sovyetê bigirin, xwestin ku bi dewleta Îranê û Tirkiyê bendek xurt ava bikin. Loma Kurd kirin qurban.

Sed sal bi şûn de, şert û mercên dinyayê gellek guherî ne. Niha êdî tapoyên Kurdîstanê ne li Parîs û Londrayê, belê li Washîngtonê ne. Rewşa Rojhilat û Bakûr tevlihev e û ez naxwazim di çarçova vê nivîsê dê li ser vê yekê rawestim.  Belê Kurdên Başûr û Rojava dikarin tapûyên xwe bistînin. Baş e, çawa?

Bi dîplomasiya li Amerîka û Washîngtonê. Li Washîngtonê temsîla Kurdan, zêde qels e, hema bêje tune. Ez du caran li Amerîka mam û sala çûyî min li Universîty of North Carolina Greensboro ders da. Di sala 2011an de jî ez  wek akademîsyenê ziyaretkar, bi qasî çend mehan li Unîversîtity of Georgetownê bûm. Di herdû çûyinên xwe yên Amerîka de, ez bi qasî heft mehan li Washîngtonê mam. Li wir min hin  sefîr, dîplomat û akademîsyenên bijare nas kir. Bi qasî du mehan, ez li mala dîplomatek  keddar (xanenişîn) wek kirêdar mam û fersenda ku em li ser Amerîka û siyaseta dînyayê  dûrûdirêj bipeyin çêbû.

Ji serhatiya (tecrûbe) xwe ya Amerîka min ev yek hîn kir: Tapoyên Kurdistanê li Washîngtonê ne û bi xebateke dîplomatîk a xurt, di nav çend salan de dikarin bên standinEger çaryeke nifûsa Kurdan a ku li Ewrûpa ye, li Amerîka bûya û çaryeka xebata ku li Ewrûpayê hatiye kirin, li Amerîka hatiba kirin, niha Kurd ji zû ve xwedî dewlet bûn. Heyf ku siyasetmedarên me hê jî hîn nebûne ku di pirsa çareserkirina doza Kurdan de îradeya Ewrûpa tune; ew bi xwe jî li çavê Amerîka dinihêrin.

Eger li Washîngton DCyê, li taxeke berbiçav avahiyek baş bê kirrin, dezgehek dîplomasiyê yê xurt ji aqilmend, akademîsyen  û dîplomatan  bê avakirin û di bin banê vê dezgehê de, xebatên bi rêkûpûk bên kirin, di navbera  sê- çar salan de, ji sed endamên Senatoya Ameîka, bi kêmanî piştgiriya pêncî kesan dikare bê standin. Bihesibînin, nîvê pirr ê  Senatoya Amerîka, Referandûma Kurdîstanê ya sala 2017an binase, ev e Kurdistan serbixwe ye û Kerkûk jî li ser e.

Li Washîngtonê, li gel dezgeha dîplomasiyê, ku em dikarin jê re bêjin KURDMAL, dezgehek çandî û aşxaneyek ku xwarinên Kurdî yên netewî çêdike, pêwist in. Belê divê hersê cih jî li derên xuyayî bin û bi hev re entegre (girêdayî) bin.

                 Kurd Çawa Dikarin Van Dezgehan Ava  Bikin?

Helbet Amerîka welatek kapîtaslîst e, bê sermiyan (kapîtal)  û sermiyangirêdanî (investment) li vir tiştek nikare bê kirin. Kurd jî ne Kurdên 20-30 sal berê ne; şikir niha hem sermiyandarên me hene û hem jî sermiyanê me yê rewşenbirî- entelektuelî her ku diçe zêdetir dibe.  Eger em bi hostayî, sermaya xwe ya maddî û entelektuelî bînin ba hev, emê bi rihetî vî bextê xwe yê reş spî bikin.

Niha   tenê li Başûr bi dehan Kurdên xwedan milyardolaran hene; sermiyandarên Kurd li çaraliyên dinyayê belav bûne û helbet  serkeftin û dewlemendbûna wan, cihê şanazî û serbilindiyê ye. Pirraniya dewlemendên me hê jî nizanin ku mal, hebûn û dewlemendiya wan, bi statûya welatê wan ve girêdayî ye. Mesela li Hewlêrê, mehekê piştî referandûma sala 2017an,  bi êrîş û dorpêçiya  dewletên cîran Kerkûk ji destê Kurdan derket û buhayê mal û avahiyan ji %500 -ji %1000î ket. Avahiyên ku  li Hewlêrê, beriya ketina Kerkûkê buhayê wan 6 mîlyon dolar bûn, daketin biniya milyon dolarî. Nîrxên mirovî û şikesta li Kerkûkê li aliyekî, buhayê  bajarê Kekrkûkê, tena serê xwe  bi tirilyonan dolar bû.

Ji ber nebûna statuyeke navnetewî,  mal, hebûn û dewlemendiya Kurdan di rojekê de pûç bû û çû. Bi sed hezaran Kurd  ji cih û warên xwe hatin ajotin û perîşan bûn.

Beriya ku bibin dewlet, li dinyayê tu milletek bi qasî milletê Cihû ji mal, hebûn û dewlemendiya  xwe nebû.  Malê wan, milkê wan, serwet û hebûna wan bi sedan caran  ji destê wan hat standin û hatin talankirin. Pişttî malwêraniya sala 1881an, ku sê milyon Cihûyên  Rûsya û Romanyayê ji cihên xwe hatin rakirin, dewlemend û  ronakbîrên Cihû rastiyekê dîtin:  Heta ku  ew nebin dewlet, ewlebendiya  (garantî) mal, milk û sermiyanê wan tune bû; şeref û namûsa wan di nav dest û lepan de ye û jiyana wan  jî di xeterê de ye.   Çirûska dewleta Cihûyan,  ne yên ku li Ewrûpa ne, Cihûyên ku ji Rûsyayê hatibûn koçkirin pêxistin. Bi alîkarî û dîplomasiya Cihûyên Amerîkayê, milletê Cihû, 2000 sal bi şûn de taca dewletê da serê xwe.

Helbet di dîroka Cihûyan de derseke baş ji bo Kurdan jî heye. Seda sal berê, bi ser ku hin serokên Kurdan doza dewletbûnê dikirin jî, civata Kurd ji bo vê yekê amade nebû. Sed sal bi şûn de Kurd hişyar û amade ne,  belê  niha jî pêwistî  bi rêxistin, serok û serokatiyek xurt a  ku ewê  wan bigihîne armancê heye.

Helbet şert û mercên her perçeyî cihê ne û hêviyek  min  a zêde bi Kurdên Bakûrî yên ku îradeya  xwe spartine dîl û hêsîrekî tune. Belê Kurdên Rojava û bi taybetî jî Kurdên Başûr,  dikarin tapoyên welatê xwe ji Washîngtonê bistînin. Îro sermiyanê me yê entelektuelî û sermiyanê me yê maddî,  ji bo vê yekê têr dike.  Divê dewlemendên  me baş bi vê yekê bizanibin: Dewlemendiya bêarmanc pûç e û heta ku delwtek Kurdan tune be, serwet, mal, milk û hebûna wan ne di ewlebendiyê de ye. Eger hûn bawer nakin, piçekê li dîroka Cihûyan binêrin.

Hêvîdar im ku serokatiya Başûr, dîplomasiya Kurd li Washîngtonê geş û xurt bike, bêyî ku bi derengî bikeke, zûka van dezgehên ku ez dibêjim ava bike û di demeke nêzik de tapoyê dewleta serbixwe ji Washîngtonê bistîne.  Ji bîr mekin, Amerîka dewleta dewletan e û dikare bibe sî û stara dewleta Kurdan jî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin