Kurd Shellê boykot dikin

Kurd Shellê boykot dikin

.

A+A-

 Kompaniya petrolê ya Brîtanyayê Shell ji ber ku li benzînxaneyên xwe bi hemû zimanan `Hûn bi xêr hatin` nivîsand û cih neda Kurdî, di nav Kurdan de bû sedema nerazîbûnan. Kurdan li ser medyaya civakî ji bo boykotkirina Shellê kampînek dan destpêkirin.

Kompaniya petrolê ya Brîtanyayê Shell li ser camên benzînxaneyên xwe bi hemû zimanan `Hûn bi xêr hatin` nivîsand lê cih neda Kurdî. Ev helwesta Shellê di nav Kurdan de bû sedema bertekan.

Ji ber ku Shellê cih neda Kurdî li ser medyaya civakî kampîneke boykotê ya bi hashtaga #BoycottShellForKurdish (Kurd Shellê Boykot Dikin) hat destpêkirin”

Gelek bikarhênerên medyaya civakî û herwiha kesayetiyên navdar piştgirî dan kampanyaya boykotkirina Shellê.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Îngilîzî û Kurdî parvekirinek kir û tê de dibêje “Hûn nikarin zimanê 70 mîlyon Kurd, li ser axa wan înkar bikin!”

Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê UNESCO û Shellê etîket kir û bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî parvekirinek kir û tê de wiha dibêje “Nayê qebûlkirin ku şîrketa petrolê ya Brîtanya Shell bi 10 zimanan zimanê kurdî nekeve xizmeta xwe. Em dixwazin xizmeta zimanê kurdî jî di çarçoveya serlêdanê de cih bigire.”

Herwiha hunermendê Kurd ê navdar Nizamettin Arîç li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Almanî, Tirkî û Kurdî piştgiriyê da kampanyaya boykotkirinê û dibêje “Divê em Kurd hemû berhemên vê şîrketa qirêj @Shell boykot bikin…”

Bikarhênerekî din ê Twitterê bi kurdî û îngîlîzî bertek nîşan da û got, “Dev ji nijadperestiya li dijî Kurdan berdin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin