
Kurd-Kavê, li Stenbolê li ser ‘’pêvajoya heyî’’ de konferansek li dar xist
.
Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (Kurd-Kav) roja 13.09.20925ê li Stenbolê, li Hola Hîll Otelê bi navê ‘’ ‘’Kurd di kê derê ‘Pvajoya Aştîyê’ de ne’’ konferannsek li dar xist.
Di destpêka konferansê de Serokê Kurd-Kavê Mehmet Celal Baykara kurte axaftinek kir û armanca konferansê anî zimên.
Paşê konferansa ku ji du beşan pêk hatibû destpê kir.
Beşa yekem bi moderatorîya rêvebirê Kurd-Kavê, nivîskarê kurd Ercan Îlgîn hate li dar xistin. Di destpêkê de Ercan îlgîn, di derbarê vê pêvajoya heyî de kurte axaftinek kir.Di vê beşe de Prof. Dr. Azîz Yagan û nivîskarê kurd Umît Firat di derbarê pêvajoya heyî de bîr û rayên xwe anîn zimên.
Beşa duyem a konferansê, bi moderatorîya rêvbirê Kurd- Kavê Huseyîn Sîyabend Aytemûr ve birêve çû. Di destpêkê de, Huseyîn Sîyabend Aytemûr li ser mijarê kurte axaftinek kir, paşê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgın Kaplan û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa heyî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, helwest û daxuyanîyên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî û mijara yekitî, hevkarî û pêwîstîyên kurdan de bîr û rayên xwe anîn zimên
Di herdu beşên konferansê de jî, beşdarên konferansê pirsên xwe kirin û panelîstan jî bersîvê beşdaran dan.
Mamoste îsmaîl Beşîkçî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi awayekî berhemdar derbas bû.
13.09.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin