‘Kujerên Şêx Meşûq Xiznewî, Beşar Esed û Mahir Esed in’

‘Kujerên Şêx Meşûq Xiznewî, Beşar Esed û Mahir Esed in’

.

A+A-

 Şêx Meşûq Xiznewî yê ku di bin îşkenceya hêzên Sûriyê de piştî serhildana 12ê adarê hatibû kuştin di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. Dr. Murşîd Xiznewî kurê Şêx Meşûq Xiznewî ji Rûdawê re got, “Kujerên Şêx Meşûq Xiznewî, Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed in.”

Dr. Murşîd Xiznewî her wiha anî ziman, “Ew kesê ku di îşkencekirina Şêx Meşûq Xiznewî de amade bû Mahir Esed bû.”

Dr. Murşîd Xiznewî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û derbarê şehîdbûna Şêx Meşûq Xiznewî bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da û behsa şehîdbûna bavê xwe kir.

Dr. Murşîd Xiznewî diyar kir ku wan doz vekiriye û got, “Hefteya yekem ez çûme Şamê, bi hinek parêzeran re axivîm ji bo ku dozê vekim lê ji ber ku ew ên li hember te Rejîma Baasê ye, daxwaz dikirin ku em dozê li wan kesên ku di televizyonê de hatin belavkirin vekin, min qebûl nekir. Min di salona dadgahê de bi eşkere gotiye heger tawanbarê dozê ne Mahir Esed be qebûl nakim. Ji ber vê ew doz bi rengekî fermî hate sekinandin.”

Dr. Murşîd Xiznewî her wiha anî ziman, “Hem bi rêya kesayetan hem jî bi rêya hinek dostên Ewropayî û rewşenbîrên Kurd me gav avêtiye ku em li dadgehên Ewropayê û li Laheyê dozê vekin û me piştgiriya aliyên Ewropî jî wergirtine. Her wiha em wek malbata Xiznewî spasiya miletê Kurd dikin ku alî me kirin lê tevgerên siyasî piştgiriya min nekirin.

Dr. Murşîd Xiznewî destnîşan kir ku milet hêviyê ji wan dike ku di lihevanîna aliyên siyasî de rol bilîzin û wê ew hêvî neşikê û got, “Hatina min a Hewlêrê jî dîtina dost û hevalan e, me berî niha jî hin civîn çêkirine, em haziriyekê dikin, projeyeke me heye ku em xizmeta miletê me yê li Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Şêx Maşûqê Xiznewî kî ye?

Şêx Maşûqê Xiznewî li gundê Til Marûfê hate dinyayê. Li vî gundî zaroktiya xwe derbas kir. Malbata Xiznewî xwedî dîrokek olî ne, li ser destên wan gelek kes fêrî rêbazên sofîgeriya Neqşîbendî bûn.

Piştî serhildana Rojavayê Kurdistanê, Şêx Maşûq eşkere û li pêşiya bi hezarên kesan bi gotareke tund û zelal daxwaza mafê neteweyî yê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir, di salvegera şehîdekî serhildanê de got, maf ne sedeqe ye ku were pêşkêşkirin, maf bi hêz tê standin.

Piştî wê gotarê bi 6 rojan, Şêx Meşûq roja 10ê Gulana sala 2005an ji Navenda Lêkolînên Îslamî ya li tenişt Wezareta Ewqaf ya Sûriyê li Şamê tê revandin û di roja 1ê Hizêrana heman salê de, Televizyona Sûriyê belav kir ku termê Şêx Meşûq Xeznewî li goristaneke Dêrazorê de hatiye dîtin û kesên ku ew revandine û kuştine hatine girtin.

Malbata Şêx Meşûq Xeznewî hêzên rejîma Sûriyê bi revandin û kuştina wî tometbar dikin, lê rejîma Sûriyê vê yekê red dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin