Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan

Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan

.

A+A-

Ogun Samast ê ku Rêveberê Giştî yê Rojnameya AGOSê Hrant Dînk kuştibû hat berdan.

Ogun Samast ê ku wê demê 17 salî bû, 19ê Kanûna Paşîna 2007an li ber avahiya rojnameyê bi êrişeke çekdarî Rêveberê Giştî yê Rojnameya AGOSê Hrant Dînk kuşt.

Ew di çarçoveya berdana bi merc danê êvarê ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat berdan.

Ogun Samast ê ku diyar bû kujer e, 20ê Kanûna Paşîna 2007an de li otogara bajarê Samsûnê hatibû desteserkirin.

Ogun Samast ê 24ê Kanûna Paşîna 2007an hatibû girtin, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê Sibata borî ji bo Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hatibû veguhastin.

Ogun Samast 16 sal û 10 mehan di girtîgehê de ma

Samastê ku 16 sal û 10 mehan di girtîgehê de ma, ji ber “tevgera baş” berî salekê di çarçoveya berdana bi merc de cezayê wî qediya û ji aliyê rêveberiya girtîgehê di vê pêvajoyê de di qonaxa ceribandinê de bû.

Hat diyarkirin ku di çavdêriyên ji bo pêşveçûna wî de hatin kirin de “rewşa Samast baş bûye” û biryar hatiye dayîn ku şert û mercên berdanê bi cih tîne û bi wê biryarê hatiye berdan.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê Samast demjimêr 19:50an ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ya ku ji meha Sibatê vir ve lê bû, hat berdan.

Hat zanîn ku Samast di derketina girtîgehê de ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

Li aliyê din parêzera mafên mirovan Eren Keskînê bertek nîşanî berdana Ogun Samast da.

Eren Keskînê li ser hesabê xwe yê Xyê got:

“Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan, ev der cihekî wisa DÎSTOPÎK e!! Gultan Kişanak, Selahatîn Demirtaş, Osman Kavala, Can Atalay tenê ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne lê kujer azad e! Encamên qanûna darizandinê ya cihêkar....”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin