Krîza aboriyê bandor li ji sedî 97,1ê xelkê Amedê kiriye

Krîza aboriyê bandor li ji sedî 97,1ê xelkê Amedê kiriye

.

A+A-

Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo-Polîtîk; Li Amedê di nava sala dawî de nêzîkî ji 3an kesek bêkar maye, ji her 3 kesan yek nikarin pêdiviyên xwe yên herî kêm ên bingehîn bi cih bînin û ji sedî 55,8ê wan jî li ser deynan dijîn.

Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk encamên rapirsiya xwe ya li qadê ya bi sernava "Bandor û Nîşanderên Krîza Aborî" ku li Amedê rûbirû pêk aniye, eşkere kiriye.

Rapirsî him bi xebatkarên marketan re him jî bi mişteriyan(kiriyar) re hatiye kirin.

Ji sedî 27,9ê hevpeyvîneran gotine ku di nava sala dawî de herî kêm kesek li malên wan bêkar mane (ji sedî 62,1ê wan gotine kesek, ji sedî 31ê wan gotine 2 kes, ji sedî 6,9 wan gotine 3 kes bêkar mane) û ji sedî 97,1ê wan jî ji ber krîza aboriyê bi neyînî bandor bûne.

Ji sedî 95,2ê beşdarên rapirsiyê diyar kirin ku hêza wan a kirînê di sala dawî de kêm bûye. Ji sedî 24ê wan gotine ku ji ber pêdiviyên cuda wan di sala dawî de kredî kişandine, ji sedî 42,3ê wan deyn girtine û ji sedî 55,8ê wan jî gotine ku hînê deynê wan heye.

ji sedî 43ê welatiyan di dayîna pereyên fatoreyan de tengav dibin

Ji sedî 43ê hevpeyvîneran diyar kirine ku ew ji bo dayîna fatûreyên xwe tengav dibin, ji sedî 31,7e wan gotine ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêkbînin û ji sedî 26ê wan jî gotine ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên tenduristiyê pêkbînin.

Ji sedî 51ê hevpeyvîneran diyar kirine ku pêwîstiya wan bi piştgiriya malbat û xizman heye.

Ji sedî 46.1ê beşdaran destnîşan kirine ku dahata wan nikare têra xerciyên wan bike, ji sedî 92.3ê wan jî ti alîkariya civakî negirtine.

Dev ji kirîna cil û berg û kel û pelên nav malê berdane

Berhemên ku ji sedî 63,5ê Amediyan di sala dawî de dev ji kirîna wan berdane ev in;  Ji sedî 42,3 cil û berg, Xurak ji sedî 31,7 û  Kel û pelên nav malan ji sedî 26e.

Rêjeya kirîn û firotinê ji sedî 79 kêm bûye

Di lêkolîna ku bi xebatkarên marketê re hatiye kirin de rêjeya tiştên ku herî zêde tên firotin weha ye; "Xurakên bingehîn: Ji sedî 51.1, berhemên paqijiyê: Ji sedî 24,4, berhemên taştê, ji sedî 11.1 xurak; ji sedî 51,1 , kel û pelên paqijiya ji sedî 24,4 , goşt 11,1 amûrên mutbexê ji sedî 11,1 "

Ji sedî 79,2ê xebatkarên marketê gotine ku di nava sala dawî de hejmarên kirîn/firotinê 'kêm' bûne û  hêza kirînê ji sedî 50î daketiye ji sedî 37,5an.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin