Koşka Spî: Em naxwazin li dijî Rûsyayê şer bikin

Koşka Spî: Em naxwazin li dijî Rûsyayê şer bikin

.

A+A-

"Sepandina devera dijefirînê, tê wateya ragihandina şer li dijî Rûsyayê."

Koşka Spî ragihand; Amerîka naxwaze li dijî Rûsyayê têkeve nava şer, loma ew ne ligel wê yekê ne ku devera dijefirînê bo ser Ukraynayê were sepandin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir: “Washington di wê baweriyê de ye ku sepandina devera dijefirînê bi ser Ukraynayê de, Amerîkayê dixe wê rewşê ku her firokeyeke serbazî ya Rûsî li esmanê Ukraynayê bifire, bixe xwarê, ev jî tê wateya ragihandina şer li dijî Rûsyayê.”

Beriya niha jî îdareya Amerîkayê ragihandibû ku ew naxwazin devera dijefirînê li Ukraynayê ragihînin, ji ber ku ew xwe ji şer û tevlîbûna rasterast a li şerê Ukraynayê diparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin