
Koşka Spî careke din kandîdbûna Nûrî Malîkî red kir
.
Berpirsekî bilind ê Koşka Spî ji rojnameya "Asharq Al-Awsat" re ragihand, Amerîka bi tundî li dijî kandîdbûna Nûrî Malîkî bo posta serokwezîriya Iraqê ye. Washington hişyarî dide ku hikûmeteke di bin kontrola Îranê de nikare berjewendiyên Iraqê biparêze û aramiyê bîne.
Redkirina Amerîkayê gihîştiye astekê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rasterast gefa sepandina cezayan û birîna alîkariyan li Iraqê xwariye. Ev gef di demekê de ne, Iraq piştî hilbijartinên Mijdara 2025an di nav valahiyeke destûrî de ye.
Li gorî zanyariyan, gefên Trump sepandina cezayên aborî li ser saziyên Iraqê, blokekirina dahata nefta Iraqê ya di Banka Federal a New Yorkê de û sînordarkirina gihîştina wî welatî bi yedekên dolarê Amerîkî li xwe digirin.
Marco Rubio hişyarî da Mihemed Şîa Sûdanî
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û bi zelalî hişyarî dayê. Rubio tekez kir ku ti hikûmeteke bi piştgiriya Îranê dê bi ser nekeve. Herwiha wî bal kişand ser wê yekê ku heke di kandîdbûna Malîkî de rijdî were kirin, dibe ku Amerîka cezayan deyne ser kes û saziyên Iraqî.
Tom Barrack: Divê serkirdayetiyeke bibandor hebe
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, di hevdîtinên xwe yên du rojên dawî de li gel berpirsên Iraqî, tekezî li ser giringiya serkirdayetiyeke bibandor kir. Barrack hişyarî da ku her hikûmeteke ku "ji aliyê hêzên derve ve hatibe avakirin", dê di dabînkirina daxwazên gelê Iraqê û avakirina hevbeşiyeke rastîn bi Amerîkayê re, şikestinê bîne.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin