Koşka Sipî: Em Şerê Cîhanê ê 3yem naxwazin

Koşka Sipî: Em Şerê Cîhanê ê 3yem naxwazin

.

A+A-

Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskiyî ji DYAyê xwestiye ku li ser asmanê Ûkraynayê firîna balafiran qedexe bike. DYAyê çawa demeke berê ev daxwaz qebûl nekiribû vê carê jî qebûl nekiriye.

Berdevka Koşka Sipî Jen Psakiyê ji bo alîkariya ewelehiyê ya DYAyê ya dide Ûkraynayê gotiye, "Ne ji bo êrîşkirinê lê ji bo berevaniyê ne."

Psakiyê li Koşka Sipî civîna rojane ya çapemeniyê li dar xistiye û bersiva wan pirsan daye ku derbarê daxwazên Serokdewletê Rûsyayê Volodimir Zelenskiyî de ne. 

Rojnamegerekî/e gotiye ku duh DYAyê pakêteke alîkariya berevaniyê ya bi bihayê 800 milyon dolarî aşkere kiriye û di vê pakêtê de sîstemên berevaniya asmanî hene. Rojnamegerî/ê di dewama axavtina xwe de ev pirs arasteyî Psakiyê kiriye: “Hûn sîstema berevaniyêa asmanî didin Ûkraynayê lê barafirên şerî nadin. Ger armanc kêmkirina rewşa rageşiyê be, çi ferq di navbera van herdu tiştan de heye?"

Psakiyê wiha bersiv daye vê pirsê: “Alîkariyên ku em didin Ûkraynayê ne ji bo êrîşê lê ji bo berevaniyê ne. Lewre sîstemên berevaniya asmanî ji bo berevaniyê tên bikaranîn lê balafir ji bo êrîşkirinê tên bikaranîn."

Psakiyê di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku DYA di mijara dana balafirên şerî ya ji bo Ûkraynayê û li Ûkraynayê herêmeke qedexe ya asmanî de helwesta xwe neguherandiye. Psakiyê gotiye, “Em Şerê Cîhanê ê 3yem nawxazin" û destnîşan kiriye ku ger hevalbendên wan ên din ên NATOyê balafirên şerî bidin Ûkraynayê ew ê ti destwerdanê di vê biryarê de nekin. 

  • NATOyê berê jî aşkere kiribû ku ew ê biryara herêma qedexe a asmanî nestînin. Ger biryareke bi vî rengî bê dayîn, wê gavê dê balafirên Rûsyayê nikaribin li ser asmanê Ûkraynayê bifirin û ev jî wê were wê wateyê ku DYA anjî NATO jî beşdarî nava şerî dibin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin