Konsulê Tirkiyê û Şêx Ceifer Mistefa civiyan

Konsulê Tirkiyê û Şêx Ceifer Mistefa civiyan

.

A+A-

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Ceifer Mistefa îro civiyan. Konsulxaneya Tirkiyê û Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyanî dan.

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê li ser hesaba xwe ya Twitterê wêneyên civînê belav kir û li ser navê Hakan Karaçay bi zimanê Îngîlîzî ragihand, “Îro derfeta wê yekê bo me pêk hat ku li gel Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Ceifer Mistefa çend pirsên girîng gotûbêj bikin.”

Di wê peyamê de Konsulê Giştî yê Tirkiyê kêfxweşiya xwe derbirî û got ku wan li gel Şêx Ceifer Mistefa giftugoyeke berhemdar derbarê “çend pirsên girîng ên rojevê de” pêk anîn.

Herwiha Hakan Karaçay di peyama xwe de spasiya “pêşwaziya germ” a Şêx Ceifer Mistefa kir.

 

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe de li ser civînê ragihand, “dawîn pêşhatên siyasî yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, peywendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyan” hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Birêz Cîgirê Serok, ji bo berjewendiyên bilind ên niştimanî û derbaskirina wê rewşa xitimî ya li ber proseya siyasî ya Iraqê, tekezî li ser girîngiya rêkeftina aliyên siyasî yên Iraqê kir bo pêkanîna hikûmeta nû.”

Li gor daxuyaniyê, Konsulê Tirkiyê jî di civînê de berdewamkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir dupat kir û behsa girîngiya seqamgiriya siyasî û emnî ya Iraqê bo navçeyê kir û li ser vê mijarê jî tekezî li ser hevahengiya ji bo pêkanîna aştî û aramiya li navçeyê kir.

Çavkanî : Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin