Konsulê Almanyayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

Konsulê Almanyayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî ji ber xilasbûna dema erkê wî Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê pêşwazî kir.

Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Albrecht von Wittke vedigere welatê xwe û ji bo xatirxwestinê çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Spasiya Almanyayê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî "piştgirî û alîkariya berdewam a Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê ducare kir."

Nêçîrvan Barzanî ji bo bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan ên di dema erkê wî de spasiya Albrecht von Wittke kir û di erkê wî yê nû de serkeftin jê re xwest.

Konsulê Almanyayê jî ji bo alîkarî û piştgiriya ku di dema erkê wî de dane wî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.

Albrecht von Wittke her wiha tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin