Konseya Ewropayê derbarê cezakirina Tirkiyê de dicive

Konseya Ewropayê derbarê cezakirina Tirkiyê de dicive

.

A+A-

 Îro ew dema yasayî bi dawî dibe ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bo cîbicîhkirina biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê derbarê azadkirina Osman Kavala de dabû Tirkiyê.

Roja Sêşemê 30ê Mijdara 2021ê civîna dawî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  derbarê “çavdêrîkirina cîbicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê” de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê dike. Civîna Komîteya Wezîran a li ser wê mijarê heta 2ê Kanûna 2021ê berdewam dibe.

Di çarçoveya civînê de ku sê rojan berdewam dibe, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wan cezayan gotûbêj dike ku ji ber cîbicîhnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi nêt e li ser Tirkiyê ferz bike.

Biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yên derbarê azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Bazirgan û Çalakvanê Tirk Osman Kavala û 3 biryarên din ên di pirsa ferq û cudahiya li beramber Elewiyên wî welatî de ku Tirkiye pêbendê wan nebûye, di civînê de tên gotûbêjkirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya dawî de ku di rojên 16-17ê Îlona îsal de hat kirin, ragihand ku eger heta civîna bê ku biryar e sibe destpê bike, Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya derbarê Osman Kavala de cîbicîh neke, wê demê li gor benda 4 a Maddeya 46 a Peymannameya Mafên Mirov derbarê Tirkiyê de dest bi qonaxa yasayî dikin.

Li beramber Tirkiyê bersiva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da û got: “Dosyeya Osman Kavala ji aliyê dadgehên serbixwe yên Tirk ve tê birêvebirin û mafê kesî nîne fermanê bide desthilata dadwerî.”

Roja 26ê Mijdara 2021ê Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryar da Bazirgan û Çalakvanê Tirk Osman Kavala di girtîgehê de bimîne û rûniştina bê ya dadgehkirinê bo 17ê Çileya 2022ê taloq kir. Piştî vê biryarê Berpirsa Mafên Mirov û Hevkariya Mirovî ya Hikûmeta Almanyayê Barbel Kofler di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Wezareta Derve belav kiriye got: “Tirkiyê daxwaza Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya derbarê azadkirina Osman Kavala de cîbicîh nekiriye û nêzîkî du sal li bendê ye. Ev dosye ne tenê girêdayî Osman Kavala yan Tirkiyê ye, li bi parastina mafên mirob li seranserê Ewropayê ve girêdayî ye. Konseya Ewropayê di rojên pêş de wê derbarê vê pêvajoyê de biryara xwe bide ka çawa pêşde diçe.”

Tirkiyê 18ê Gulana 1954an Peymannameya Mafên Mirov a Ewropayê îmze kiriye û di destûra wî welatî de cîh digre. Li gor wê îmzeyê û destûra welat, divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê wek xwe cîbicîh bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin