Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin

Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin

.

A+A-

8emîn Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin.

Konferans ji bo pêşkêşkirina piştevaniya civaka navneteweyî ya ji bo gelê Sûriyeyê, penaber û welatên ku penaberên Sûriyeyî dihewînin hat kirin.

Li salona sereke ya Parlamentoya Ewropayê, nûnerên saziyên sivîl û welatên ku hîn jî xwe dostên Sûriyeyê dibînin amade bûn.

Yekîtiya Ewropayê, nûnerên saziyên sivîl ên herêmên di bin kontrola Şamê de, Rêveberiya Xweser, opozîsyon û penaberên welatên cîran ên Sûriyeyê û cîhanê vexwend konferans.

Rêveberê herêmî yê rêxistina mafê mirovan a Beharê Lami Mihemed got:

“Em alîkariyê di warên tenduristî, xwarin û alîkariya rasterast de pêşkêş dikin.

Projeyên biçûk ên ji bo ku welatî karibin jiyana xwe berdewam bikin û gelek projeyên di warên av, paqijî û çend warê din de hene.”

Nûnerê taybet ê Almanyayê yê Sûriyeyê li ser erkê welatê xwe ji Rûdawê re axivî.

“Almanya salane milyarek dolar dide gelê Sûriyeyê”

Nûnerê Almanyayê yê Sûriyeyê Stefan Schneck anî ziman:

“Bi baweriya min siyaseta me du alî ye. Ji aliyekî ve em tekez dikin ku tenê çareserî siyasî ye û biryara 2254an heye.

Ji ber vê yekê em bi tundî bi helwesta YEyê re ne li ser sê “na” na ji asayîkirinê re û ji rakirina ambargoyê re.

Di heman demê de ku proseya siyasî niha di rawestanê de ye, em ji bo piştevaniya xelkê kar dikin.

Ji ber vê yekê Almanya salane milyarek dolar alîkariya rasterast dide gelê Sûriyeyê.

Li bakurrojava, li bakurrojhilat û herwiha li herêmên din ên di bin kontrola rejîmê de.

Ew dê li her herêmê bi qasî 100 mîlyon dolaran be.”

Dema Cîgirê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Necat Ruşdî bi nûnerê Amerîka û opozîsyonê re diaxivî, çalakvanekî pişta xwe da wan û helwesta wan şermezar kir.

Necat Ruşdî û Neteweyên Yekbûyî li çareseriya krîza Sûriyeyê digerin û daxwaza lihevkirinê dikin.

Cîgirê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Necat Ruşdî anî ziman:

“Wekî Netewên Yekbûyî ji bilî biryara 2254 ya Encûmena Asayîşa Navneteweyî ti biryareke din li ber destê me nîne.

Niha, bi her awayî, hûn nikarin kesekî neçarî çareseriyê bikin.

Beriya her tiştî îradeya siyasî ji aliyê hemû partiyên ku di nava aloziyan de cih digirin û li ser çareseriya siyasî danûstandinan dikin pêwîst e.”

Hemû beşdarên konferansê dizanin ku helwesta Ewropayê hatiye guhertin û piştevaniya ji bo Sûriyeyê tenê dema ku Moskow, Enqere, Washington û paytextên welatên Ewropayê nexşerêyeke çareseriya siyasî ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xêz bikin wê derkeve holê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin