Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrîşa nîjadperestî ya Beramaber Kurdên Belçîkayê Nayên Qebûlkirinê

Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrîşa nîjadperestî ya Beramaber Kurdên Belçîkayê Nayên Qebûlkirinê

Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrîşa nîjadperestî ya Beramaber Kurdên Belçîkayê Nayên Qebûlkirinê

A+A-

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser bûyera êrîşa nijadperestin tirk li ser malbatek kurd li bajarê Lovenê yê Belcêkyayê şermezar kir û di daxuyaniyekê de ragihand, “Di paytexta Ewrûpayê de rûdanek weha nayê qebûl kirin.”

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî:

Roja 25.03.2024´an de grupek ciwanên Kurd, bi ala Kurdistanê û bi cil û bergên kurdî, ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bi seyaran li Cadeyên bajarê Lovenê xwepêşandin kirin. Ev yeka bûbû egera wê yekê ku nijadperestin tirk erîşê malbatek kurd bikin û bavêjin ser mala wî. Malbat ji aliyê polêsan ve ji nijadperestan hatibû parasitin. Di wê erîşê de camên pencereyên malabtê hatibû şikestin.

Ev bûyer li Loven derbasî bajarên wek Hassel û Brukselê jî kiriye. Ev çend roje erîşên grupa tundrewên Tirk, her berdewame. Di vê erîşê de 2 endamên navenda me ya Belçîkayê ji birîndar bûne.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di çareserkirina hemû cure nakokiyan de bikaranîna tund û tûjîye red dike û metodên demokratîk û aşîtiyane di hemû xebat û çalakiyên xwe de ji xwe re esas digrê.

Elbet pîrozkirina cejna netewî Newroz, mafekî rewa yê gelê kurd e. Mafê ti kesî jî nîne pêşî li pîrozkirina cejna Newrozê bigrên.

Em erîşên nijadperestan li ser kurdan şermezar dikin û di paytexta Ewrûpayê de rûdanek weha nayê qebûl kirin. Di heman wext de ku kurdên niştecîhên Belçîkayê jî, divê nerazîbûna xwe li hember erîşkerên nijadperestan, li gor qanûn û yasayên Belçîkayê bi cîh bînin. Êrîşkirina dukanan û derdorên xwe, xizmeta kurdan û xelkê Belçîkî nake, belkî xizmeta nijadperestan bike.

Divê ciwanên Kurd neyên provakasyonên nijadperestan, nerazîbûna xwe li gor yasaya Belçîkayê bînin ziman û ji metodên tund û tûjîye dûr bin û zemîn ji nijadperestan re xweş nekin.

Wek her milletek, Kurd jî mafê xwe heye, bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi kultur û kevneşopîyên xwe cejnên xwe yên netewî û olî pîroz bikin.Kurd her tim aşîtîxwaz bûne û her berdewam be di aştîxwazbûnê de.  Loma, em bangê malbatên tirkan jî dikin ku zarokên xwe ji bikaranîna tund û tûjîyê li dijî Kurdan, dûr bixin!

Em bangê hukumet û hêzên ewlekariya Belçîkayê jî dikin ku mecal nedin grupa tundrew ya Tirk   ku erîşê kurdên niştecîhên Belçîkayê bikin. Erîşkar û provakator bên girtin û bên cezakirin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

26.03.2024

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin