Li Senatoya Fransayê Resepsiyona Newrozê

Li Senatoya Fransayê Resepsiyona Newrozê

.

A+A-

Îsal li paytextê Fransayê, Parîsê û li gelek ciyên din û ji aliyê gelek sazî û rêxistinan ve Newroz bi kelecaneke mezin û bigirseyî hate pîroz kirin.

Di 20 adarê de, di Newroza ku ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Parîsê ve li salona cejnê ya şaredariya Parîsa 20ê hata pîroz kirin de zêdeyî 700 kes beşdar bû. Di 21ê adarê de, Newrozeke din ji aliyê Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (NHHK)ve, li salona Şaredariya Parîsa 15ê hate pîroz kirin de jî li dor 500 kesî amade bûn.

Di 24ê adarê de jî Newrozeke din ji alî Partiya Welatparêzîn Kurdistanê (PWK) ve li salona Şaredariya VilleneuveSaint Georges hate pîroz kirin de jî li dor 100 kesî amade bûn. Herî dawî di 26ê adarê de jî li Senatoya Fransayê ji aliyê NHHKê, Balyozê Iraqê û senatorên dostên Kurd û Iraqiyan ve Resepsiyonek ji bo pirozkirina Newrozê hate dayin.

Di Newroza ku ji alî Enstîtuya kurdî ya Parîsê ve, li Şaredariya Parîsê ya 20em hatibû organîzekirin de Serokê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan, NHHKê, Elî Dolemarî û Şaredarê Parîsa 20 Eric Pliez û ya Parîsa 10ê,Alexandra Cordebard û Senatorê Parîsê, Remi Feraud li gel gelek kesayetiyên din, bi sedan kurdên Parîsê û bajarên derdora wê amade bûn, li ser dîrok û girîngiya Newrozê j ibo gelê kurd û dostaniya Kurd û Fransizan axivîn. Şayiyê bi muzîka hunermend Issa Hassan, Semir Yewsip û koma wî, def û zirnê û govendên kurdî heta saet 23yê dom kir. Keç û xortên kurd ên bi cilûbergên kurdî, dîlan û govendên herêmên cihê yên Kurdistanê girtin, dîmenên rengareng pêk anîn û Şaredarî hejandin. Her wiha xwarinên kurdî û şeraba Kurdistanê ji aliyê Enstîtuyê ve bêpere li amadebûyan hate belav kirin.

Di Newroza li Şaredariya Parîsa 15ê de jî ku ji alî NHHKê ve hatibû amade kirin de jî dîsa Şaredar,Philippe Goujon, Serokê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Nûnerê HHKê yê YEyê Dîlawer Ajgeyî û yê Fransayê Elî Dolemarî û Rêveberê ragihandinê Rêwan Hisên, , Kendal Nezan û gelek kesayetiyên din amade bûn. Şevê bi axavtina Şaredar, Philippe Goujon û Nûnerê HHK Elî Dolemarî dest pê kir. Şayiyê bi muzîka hunermend Fatê, Semir Yewsip û koma wî û dîsa govend û dîlanên kurdî heta nîvê şevê dom kir. Di vê şevê de jî xwarin û vexwarin û ketina salonê jî bêpere bû.

Di Newroza ku di 24ê mehê de ji alî PWKê ve li Villeneuve Saint Georges-ê pêk hat de jî heval û dostên Partiyê bi malbatî amade bûn. Axavtina vekirinê Nûnerê PWKê Faysal Taşkiran kir û Dr. Zekî Budak jî helbestên Rojen Barnas û Cegerxwin xwendin. Keç û xortan li ber muzîka kurdî govend girtin.

Di Resepsiyona Newrozê ya di 26ê mehê de, li Seraya Luxembourgê ya Senatoya Fransayê de jî, li gel komek senator, Wezîrê karê dervê yê HHKê, Sefîn Dizeyî, Balyozê Iraqê, Wadee al-Batti, Senator Remi Ferod û çend Senatorên din, Serokê Enstîtuya kurdî Kendal Nezan, Şaredarê Parîsâ 15ê Philippe Goujon, Nûnerê HHKê Elî Dolemarî û Rêveberê ragihandinê Rêwan Hisên û gelek kesayetiyên din ji sedî bêtir siyasetmedar, karsaz, parêzer û ronakbîrên kurd û fransiz amade bûn. Piştî axavtina vekirinê ya ji alî Seroka koma senatorên dostên Kurdistanê û Iraqê Nicole Duranton, Wezîr Sefin Dizeyî, Balyozê Iraqê Wadee al-Batti axivîn û bahsa girîngiya Newrozê ji bo Kurdan, dostaniya wan û Fransizan kirin...

Rûpela nû / Parîs

1-415.jpg2-472.jpg4-341.jpg5-255.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin