3 rojnamegerên Kurd hatin girtin

3 rojnamegerên Kurd hatin girtin

.

A+A-

 9 Rojnamegerên Kurd ên ku hatibûn destserkirin 3 ji wan hatin girtin.

Di çarçoveya operasyoneke ku navenda wê li Stenbolê bû polîsan 23yê Nîsanê bi ser malên rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameya Yenî Yaşamê de girtibû.

Di operasyonê de 9 rojnameger hatibûn desteserkirin.

Rojnamegerên Kurd ên ku hatibûn desteserkirin doh li Dadgeha Stenbolê îfade dan.

Li dadgehê 6 rojnameger bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Herwiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û xebatkarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayumat bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin