Kompaniyeke Rûsî Li Enbarê Wê Petrolê Bigere

Kompaniyeke Rûsî Li Enbarê Wê Petrolê Bigere

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrola Iraqê, ew kompaniya Rûsî dê kar ji bo lêgerîn û dîtina gaz û petrolê li parêzgeha Enbar bike.

A+A-

Wezareta Petrola Iraqê ragihand ku wan girêbestek bi kompaniya Rûsî ya bi nave Stroytransgaz re, ji bo lêgerîn û dîtina petrolê li parêzgeha Enbarê îmze kiriye, ew yek di demekê de ye ku nave wê kompaniya Rûsî di lîsteya dorpêçên Amerîkayê de ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrola Iraqê, ew kompaniya Rûsî dê kar ji bo lêgerîn û dîtina gaz û petrolê li parêzgeha Enbar bike.

Piştî îmzekirina girêbesta bi kompaniya Stroytransgaz a Rûsyayê re, Wezareta Petrola Iraq ew girêbest şandiye civata wezîran a Iraqê, daku biryar li ser bê dayîn û bihê pesendkirin.

Wezareta Petrola Iraqê û ew kompaniya Rûsî niha li benda pesenkirina ecivata wezîrên Iraqê ne, daku ji bo lêgerîna petrol û gazê li sînorê parêzgeha Enbarê dest bi pêngavên pratîkî yên destpêkê bê kirin.

Rêvebirê Girêbestan li Wezareta Petrola Iraqê, Ebdulmehdî Emîdî ragihand, ku "hemû tedbîr hatine standin û ew niha tenê li benda pesenkirina encûmena wezîran in daku bi fermî ew kompaniya Rûsî dest bi karê xwe li parêzgeha Enbarê bike."

Ebdulmehdî Emîdî tekez kir, ku dê ew kompanî hejmarek projeyên xizmetguzarî pêşkêşî parêzgeha Enabarê bike, li hember projeyên pêşxistina kerta petrolê.

Wezîrê Petrola Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên petrol, Samir Ebas jî di daxuyaniyeke nivîskî de têkildarî rêkeftina li gel kompaniya Rûsî ragihandiye: "Ew navçeya ku dê karê lêgerîn û dîtina petrolê têde were encamdan, li gor lêkolînan û zanyariyên destpêkê, yek ji cihên giring e û embara petrol wê di navbera 2 heta 4 milyar bermîlan e."

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad jî diyar kiriye, ew kompaniya Rûsî dê li ser rûberê 12 hezar km li pey petrol bigere.

Bi gotina Asim Cîhad, dema girêbestê bo 34 salan e û 9 salên wê taybet e bi qonaxa dîtinê û 25 salên wê jî taybet e bi pêşxistin û berhemanîna petrol, lê belê eger dema dîtinê ji 9 salan kêmtir bû, dê yekser dest bi pêşxistin û berhemanînê bihê kirin.

Îmzekirina wê rêkeftina petrol û gaze di navbera Wezareta Petrola Iraqê û kompaniya Stroytransgaz a Rûsyayê de, di demekê de ye ku ew kompaniya Rûsî di bin dorpêçîn Amerîkayê de ye.

Amerîka beriya çend salan, dorpêç xistibû ser hejmarek kompaniyên Rûsî ku kompaniya Steryo Trans yek ji wan kompaniyan e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin