Komkujiya Dedeogullariyan: Dadgehê kesên li pişt êrişê paşguh kir

Komkujiya Dedeogullariyan: Dadgehê kesên li pişt êrişê paşguh kir

.

A+A-

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara xwe ya derbarê doza êrişa nijadperest a li dijî malbata Dedeogullariyan da ku 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê 7 kes hatibûn kuştin.

Dadgeha Bilind tenê cezayê 7 caran hebsa hetahetayî ya girankirî ya ku li kujer Mehmet Altun hatibû birîn pesend kir lê piraniya daxwazên ji bo ronîkirina paşxaneya êrişê red kirin.

Parêzer Karabulut: Ev darizandin bi temamî nehat kirin

Parêzerê malbata Dedeogullariyan Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û tekez kir ku bi tenê cezakirina kesekî edalet pêk nayê.

Parêzer Karabulut wiha got, “Dadgeha Bilind biryara komkujiya nijadperest a li dijî malbata Dedeogullariyan pesend kir.

Di biryarê de tenê 7 caran cezayê hebsa hetahetayî ya girankirî li kujer hatibû birîn. Gelek daxwazên me yên ji bo eşkerekirina ka kî li pişt kujer bû, hatibûn redkirin.”

"Em dê serî li dadgehên navneteweyî bidin"

Karabulut bal kişand ser wê yekê ku rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûne û got, "Nehizirin ku hûn dê bi cezakirina kesekî ji vê darizandinê xilas bibin” û wiha pê de çû:

"Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî biqedin, dê têkoşîna me ya hiqûqî heta dawiyê li dadgehên navneteweyî berdewam bike.”

Di ser komkujiya malbatê re 4 sal derbas bûn

Parêzer Karabulut di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew dê di 30ê Tîrmeha 2025an de, di 4emîn salvegera komkujiyê de, raya giştî bi berfirehî agahdar bikin.

Karabulut tekez kir ku ji bo ronîkirina êrişê dê şopandina pêvajoya hiquqî di hemû qonaxan de bi israr bidome.

Mehmet Altunê nijadperest 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê êrişî mala malbata Dedeogullariyan kir, 7 endamên malbatê kuştin û paşê agir berda xaniyê wan.

Malbata Dedeogullariyan 30 sal berê ji Qersa Bakurê Kurdistanê koçî Konyayê kiribû û 15 sal bûn ku li navçeya Meramê dima.

Li gorî daxuyaniyên wan, malbat 15 salan rastî êriş û heqaretên nijadperestî yên Tirkan hatibû.

Navên endamên malbata Kurd ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ev in: Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogullari, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, Îpek Dedeogullari, Metîn Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin