
Komîteyê hûrgiliyên êrişa li Kormorê eşkere kirin
.
Komîteya lêkolînê ya êrişa li Qada Gazê ya Kormorê encamên lêkolînê eşkere kirin.
Komîteyê ragihand ku êriş bi du dronan hatiye kirin û got:
"Yek ji wan li qadê ket û ya din li derveyî qadê ketiye xwarê.
Paşmayên her du dronan jî ji bo derxistina zanyariyên di nava wan de ji Beşa Belgeyên Tawanan re hatin şandin."
Komîteyê her wiha da zanîn ku ew du dronên ku êriş pêk anîne, ji başûrê qadê ve, ji deverên rojhilatê navçeya Xurmatûyê ve hatine şandin.
Ev êriş 11an e ku ji devera amajepêkirî li vê qadê tê kirin.
Komîte gihîştiye navên encamderên êrişê ku ji çend hêzên derqanûnî ne.
Hat ragihandin ku derbarê beşeke wan biryara girtinê heye û ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve li wan tê gerîn.
Komîteyê ji bo parastina qadê pêşniyara çend rêkaran kir ku hikûmeta federal dê bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan bi cih bîne.
Ew rêkarên ku komîteyê ragihandine wiha ne:
- Belavkirina hêzên ewlehiyê li sînorê Operasyonên Rojhilatê Selahedînê, bi awayekî ku her valahiyeke ewlehiyê tije bike û hevahengî di navbera dezgehên ewlehiyê û îstixbaratê û hêzan de berdewam be û yekîtiya fermandariyê were misogerkirin.
- Agahdarkirina wezaretên Parastin û Karên Navxwe û Desteya Heşdî Şebiyê ji bo guhertina fermandarên wan deveran bi fermandarên jêhatî.
- Bipêşxistin û bihêzkirina kanalên pêwendiya îstixbaratî ya di navbera dezgehên îstixbarata federal û hevtayên wan ên li Herêma Kurdistanê de.
- Wezareta Parastinê bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, qadê bi sîstema parastina asmanî dabîn bike û parastinê misoger bike.
- Sepandina tedbîrên tund ji bo bikaranîn û veguhastina dronan a bi hemû cureyên wan ve, ji bilî yên bi rizamendiya fermî ya aliyên pêwendîdar.
- Şandina nivîsekê ji bo Encumena Bilind a Dadweriyê ji bo pêkanîna komîteyekê bi ajansên ewlehiyê û îstixbaratê re da ku lêkolînên di dosyeyê de bişopînin.
Qada Gazê ya Kormorê
Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.
Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.
Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin