Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê: Kiryarên li hemberî HSDyê û Kurdan nayên qebûlkirin

Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê: Kiryarên li hemberî HSDyê û Kurdan nayên qebûlkirin

.

A+A-

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê dibêje, tiştên ku di çend hefteyên borî de Artêşa Ereban a Sûriyeyê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Kurdan kirine, bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Nûnerê Taybet ê berê yê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê jî dibêje, niha Pirsgirêka Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi wî awayî tê dîtin ku girêdayî koma mafên bingehîn ên gelê Kurd e.

Seroka berê ya Komîsyona Azadiyên Olî ya Amerîkayê jî amaje bi wê yekê dike, hejmarek ji berpirs û çekdarên nav artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê berê ji ber binpêkirina mafên mirovan û "bazirganiya bi jin û keçên" Kurdên Êzidî ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin.

Îro Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê bi amadebûna hejmarek ji berpirsên berê û pisporên rewşa Sûriye û herêmê civînek li nav Kongreya Amerîkayê saz kir.

"Kiryarên li hemberî HSDyê nayên qebûlkirin"

Di destpêka civînê de Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê Brian Mast got:

"Armanca civîna îro ew e ku em behsa wan dilgiraniyan bikin ku pêwendiya wan bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re heye.

Her wiha em behsa wan astengiyên zêde bikin ku divê ew serederiyê bi wan re bike da ku qonaxa veguhastinê ya Sûriyeyê serkeftinê bi dest bixe.

Ji wan jî mijara yekxistina hêzên ewlehiyê, mafên kêmîneyan, dadmendî û lêkolîna li ser binpêkariyan."

Brian Mast behsa rewşa Sûriyeyê ya ji 2011an û vir ve kir û got, niha Beşar Esad nemaye û hikûmeteke nû bi serokatiya Ehmed Şer dest bi kar kiriye.

Mast ragihand, Amerîka û gelê Sûriyeyê jî welatekî dixwazin ku rûpeleke nû veke û "tiştekî li herêmê û cîhanê zêde bike".

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir, divê guherîneke nû li Sûriyeyê çêbibe, bi awayekî ku welatiyên koçber û penaber karibin vegerin welatê xwe, ne ku xelkekî zêdetir neçar bibe mal û halê xwe bihêle.

Wî endamê Kongreya Amerîkayê diyar kir, di her guherîneke mîna ya Sûriyeyê de ku desthilat hatibe guhertin, "bûyer" diqewimin lê heta niha "me gelek bûyerên tundiya mezhebî li dijî kêmîneyên olî û neteweyî dîtine."

Brian Mast got, astengî li Sûriyeyê zêde ne da ku "birêvebirineke aştiyane û demokratîk" li wî welatî hebe û wiha pê de çû:

"Min Ehmed Şer dît û em li ser hinek tiştan axivîn. Ji wan jî hebûna çekdarên biyanî di nav hêzên ewlehiyê de ku hejmareke berbiçav ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgiriya wan tê kirin.

Her wiha kiryarên dawî yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hevparên me yên demdirêj bûn di şerê li dijî DAIŞê de, her wiha hevpeymanên me yên Kurd bûn, ev nayê qebûlkirin.

Hinek tevger li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hebûn ku CENTCOM neçar kir cihê 7 hezar çekdarên DAIŞê ji navendên girtinê yên Sûriyeyê veguhêze Îraqê."

"Amerîka ji pêşketinan ne razî ye"

Brian Mast amaje bi wê yekê kir, Ehmed Şer berê bixwe çekdarê El Qaîdeyê bûye û meha Çiriya Paşîn li Washingtonê ew dîtiye û ew pirs jê kiriye bê ka çi dike ku êdî wekî dijmin li hev nenerin.

Di bersivê de Serokkomarê Sûriyeyê gotiye, "Ez dixwazim xwe ji paşerojê rizgar bikim û gavên bi rûmet ji bo gelê xwe û welatê xwe biavêjim."

Mast got, di heman serdanê de Ehmed Şer çavê wî bi Donald Trump ketiye û di wê civînê de biryar hatiye dayîn ku Sûriye bibe endama Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û ev jî "cihê hêviyê" bû.

Mast wiha berdewam kir, "Lê rastî ew e Sûriye ne nêzîkî wê xalê ye ku divê lê be.

Amerîka ew bipêşketin bi dilê wê nîne ku Serok Şer bi dest xistiye. Em dixwazin Serok Şer karê baştir bike."

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê behsa tundiyên sala borî yên li herêmên peravê yên Sûriyeyê li dijî Elewiyan, li parêzgeha Siwêdayê li dijî Durziyan û yên çend hefteyên borî yên li hemberî Kurdan li Heleb û Rojavayê Kurdistanê kir û got:

"Gavên dawî yên li hemberî Durzî, Kurd û Elewiyan gavên xelet bûn."

Li gorî Mast, ew gav baweriyê çênakin ji bo avakirina tiştê ku Ehmed Şer "ji min re got, paşerojeke bi rûmet ji bo xelkê Sûriyeyê."

Rakirina cezayên Qeyser û şertên Amerîkayê

Her di civînê de Brian Mast behsa wê yekê kir, 18ê Kanûna Pêşîn a 2025an Amerîkayê cezayên Qeyser (Caesar) ên li ser Sûriyeyê hilweşandin, çimkî ew xalên ku bûbûn sedema sepandina wan cezayan nemane ku Beşar Esad û mijarên pê ve girêdayî bûn.

Mast got, "Lê me zelal jî kir ku divê di berdêlê de şert bên bicihanîn.

Yekxistina leşkerî, parastina kêmîneyên olî û neteweyî û beşdarbûna wan di nav hikûmeta Sûriyeyê de, karkirina bi Amerîkayê re ji bo rûbirûbûna terorê ji wan şertan bûn."

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya a Amerîkayê got:

"Kongre kêfxweş e" bi peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, "Lê ev peymana sêyem e ji wî cureyî ku tê îmzekirin. Amerîka li benda gavan e, ne gotinên vala."

Mafên gelê Kurd li Sûriyeyê

Her di civînê de Balyozê berê yê Amerîkayê yê Tirkiye û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey behsa girîngiya hebûna aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê kir û ragihand:

"Divê Amerîka serkêşiya civaka navneteweyî ji bo yekxistin û seqamgîriya dewleta nû ya Sûriyeyê berdewam bike.

Ev jî pêdivî bi bidawîanîna nakokiyên navxweyî, yekxistina hêzên ewlehiyê yên cuda, avakirina aboriyê, dûrxistina Îran û milîsên wê, têkbirina daîmî ya DAIŞê û sînordarkirina hegemonya Rûsyayê heye."

James Jeffrey tekezî li ser pêwîstiya yekdengiya civaka navneteweyî kir û got:

"Ev hewl pêwîstî bi çavkanî û pereyên zêde yên Amerîkayê nîne, belkî zêdetir pêwîstî bi baldariya berdewam heye, bi taybetî ji bo piştrastbûnê ji wê yekê ku civaka navneteweyî peyrewiyê li siyaseteke hevbeş li hemberî Sûriyeyê dike.

Şam tenê wê demê gavên zehmet û pêwîst diavêje ji bo lihevhatina navxweyî û avakirina binesaziya wêranbûyî, eger ew aliyên piştgiriyê dikin bi yek dengî biaxivin li ser çawaniya nêzîkbûn û bicihanîna şertan."

James Jeffrey amaje bi wê yekê jî kir, niha nêzîkbûnek di navbera Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê de heye û heta her Kurd pirsgirêka Kurdan li wî parçeyê Kurdistanê bi wî awayî dibîne ku divê "mafên takekesî û xwebirêvebirin" li Rojavayê Kurdistanê hebe.

Jeffrey behsa bipêşketinên çend hefteyên borî yên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir û got, niha berpirsên bilind ên PKKyê şiyana wê yekê ji dest daye ku gotina xwe bi ser HSD û hêzên pêkhênerên wê de bisepînin û "Heta HSD û hikûmeta Sûriyeyê jî dest bi hevahengiyê kiriye."

"Bazirganiya bi jin û keçên Kurdên Êzidî"

Her di civînê de Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Maenza axivî û behsa hêzên pêkhênerên nav artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kir.

Maenzayê ragihand, çekdar tê de hene ku dîrokeke wan bi El Qaîdeyê re heye, endamên wan hene logoya DAIŞê girê didin û "karên xerab û hovane li hemberî kêmîneyan dikin.

Bi baweriya min hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê pirsgirêka rasteqîn in."

Wê parêzvana azadiyên olî amaje bi wê yekê jî kir, di nav artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de kes hene ku endam û berpirsên wan komên çekdar in ku berê li "bakurê Sûriyeyê" bûn û ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn cezakirin.

Maenzayê diyar kir sedema cezakirina wan tohmeta "bazirganiya" bi jin û keçên Kurd ên Êzidî û binpêkirina cidî ya mafên mirovan bûye, lewra divê zext li Ehmed Şer were kirin ji bo dûrxistina wan kes û koman ji nav artêş û hêzên ewlehiyê.

Nadine Maenzayê her wiha got, divê peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de were bicihanîn û ragihand:

"Ev peyman hêzên Îslamî li derveyî cihê xelkê kêmîne dihêle lê hêj venekişiyane û divabû beriya dawiya îro li wir nemaban."

Maenzayê ragihand, divê Amerîka rê nede ew kes û kom di nav gundên Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê de bin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin