
Komcivîna Partiyên Rojhilatê Kurdistanê - M. Saleh Qadrî *
.
Daxuyaniya nûçeyî ya civîna Navenda Diyalogê ji bo Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
Civîna bilind a partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê roja Duşemê, 15ê Befranbara 1404an (05.01.2026) hat lidarxistin. Di vê civînê de rewşa siyasî ya Îranê û guhertinên dawî yên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin û piştgirî li xebat û serhildana seranserî ya netew û pêkhateyên Îranê hat kirin, û biryar li ser pêwîstiya xebata hevbeş û berhemdar ji bo bihêzkirin û coşdayîna tevgerên nerazîbûnê yên li dijî Komara Îslamî hat dayîn.
Ev civîn bi rêzgirtina li giyanê şehîdan û cangoriyên nerazîbûnên vê dawiyê yên li Îran û deverên başûrê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir. Piştre birêz Kek Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ku berpirsê dewrî yê Navenda Diyalogê ji bo Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê ye, di axaftina vekirina civînê de armanca rûniştinê şirove kir û bal kişand ser wan erk û berpirsyariyên ku di vê rewşê de zêdetir dikevin ser milê partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Paşê civîn bi raman û nêrînên beşdaran dewlemend bû.
Di civînê de pêla nû ya nerazîbûn, girev û xwepêşandanên li dijî Komara Îslamî ku berhema dehan salên gendelî, nearamî û siyaseta dijî geliya Komara Îslamî ne, hatin nîqaşkirin û ew serkuta bi xwîn a nerazîbûnan li Kirmaşan, Îlam, Melekşahî û Loristanê bi biryara rasterast a Xamineyî ku dîsan mafxwaziya xelkê bêzarbûyî yê Kurdistanê wekî "aloziyê" bi nav kir, hat şermezarkirin. Herwiha ligel sersaxiya li malbat û kesûkarên şehîdên vê dawiyê li seranserê Îranê, li Melekşahî û deverên başûrê Kurdistanê, tekezî li ser pêwîstiya yekrêzî û hevxebatiya hemû deverên Kurdistana Îranê û pêngavên cidî û pratîkî li dijî desthilata Komara Îslamî ji bo bersivdayîna siyaseta dijminane û serkuta sîstematîk a tevgera Kurd ji aliyê rejîmê ve hat kirin.
Di beşeke din a civînê de, biryar li ser çirkirina hewl û danûstandinan ji bo dariştina pilana bingeha hevkariya aliyên siyasî, diyarkirina nexşerêyê ji bo bihêzkirina tevgera siyasî û neteweyî ya Kurd li Îranê hat dayîn.
Di wê civînê de Kek Seyîd Brahîm Elîzade, Sekreterê Komele, Rêxistina Kurdistana Partiya Komunîsta Îranê; Kek Umer Îlxanîzade, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê; Kek Reza Keibî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê; Kek Babaşêx Husênî, Sekreterê Sazmana Xebata Kurdistana Îranê; Kek Husên Yezdanpena, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê; Kek Emîr Kerîmî, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Kek Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê; serokatiya heyeta partiyên xwe kiribûn.
Navenda Diyalogê ji bo Hevkariya Partiyên Kurdistaniyên Îranê
15ê Befranbara 1404 (05.01.2026)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin