KOLN - Hunermenda Kurd akademiya muzîkê ya Kurdî û Rojhilatî vekir

KOLN - Hunermenda Kurd akademiya muzîkê ya Kurdî û Rojhilatî vekir

.

A+A-

 Hunermenda Kurd Şeyda Qewamiyê li bajarê Kolnê yê Almanyayê akademiyeke taybet a muzîka rojhilatî vekir.

Ji bilî Şeyda Qewamiyê, hunermendên din ên Kurd, Fars, Tirk, Almanî û Îtalî jî tê de kar dikin.

Şeyda Qewamiyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî salek kar û hewldan, dawiya hefteya borî karî akademiyeke taybet a muzîka Kurdî û Rojhilatî veke.

Hunermenda Kurd Qewaiyê her wiha got, navê akademiyê "Înana Muzîk" e û balê zêdetir dikişîne ser muzîk û stranên Kurdî û muzîka Rojhilatî bi giştî.

Wê amaje pê kir ku li gel hunermendên Kurd, Tirk û Fars, hunermendên Almanî û Îtalî jî tê de beşdar in û muzîka Rojhilat û Rojava tevlihev dikin û di pêşerojê de hunermendên Ereb jî wekî wanebêj dê tê de kar bikin.

Hunermenda Kurd da zanîn ku fêrxwaz dê dersên şeş mehî û salek muzîk û deng ji aliyê hunermendên curbicur ve wergirin.

Her di merasîma vekirina akademiyê de, lêkolîneke Şeyda Qewamiyê hat nasandin ku bi awayê pirtûkekê bi zimanên Almanî û Îngilîzî hatiye çapkirin û naveroka wê derbarê muzîk û stranên Kurdî de ye.

Şeyda Qewamî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî.

Newroza 2023yan berhemekê bi navê "Newroz" ji awaza xwe û têksta Ehmed Mihemed belav kir.

Qewamî sala 2022yan berhemekê bi navê "Pirça Serbestî" derbarê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" belav kir ku ji awaza hunermend Sefqan Orkêş e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin