Koça dawî ya dostê Kurdan Olof G Tandberg

Koça dawî ya dostê Kurdan Olof G Tandberg

.

A+A-

Rohat Alakom*

Koçkirina (25-2-2024) dostê Kurdan Olof G Tandberg bi taybetî di nav kurdên Swêdê de xemgînî û valahîke mezin peyda kir. Mafên hindikayiyan, komên etnîkî û bi taybetî jî mijara Kurdan her tim di rojeva wî de bû. Heta wefata xwe jî wî rewşa Kurdan dişopand, ew bûbû heyranê kurdan. Li jêrê bi kurtî jîyana wî tê nasandin.

Hevnaskirina wî û Kurdan diçe salên 1960î. Komîteya Kurd a Swêdî (Svenska Kurdkommittén) dema sala 1966an saz bû, Märta Hansson dibe sereka komîteyê, Olof G Tandberg û M. Nordlander jî di nav komîteyê de cih digirin.

Bi sazkirina vê komîteyê Swêdiyan xwestiye piştgirtiya Kurdan bikin û ji wan re bibin alîkar. Hin endamên komîteyê yên Kurd jî hebûne, wekî Dr. Selahaddîn Rastgeldî û Cemal Alemdar.

Komîte gelek çalakî, kar û barên giranbiha pêk tîne, alîkariyeke mezin a mirovî ji bo Kurdên başûr nîşan dide lê mixabin piştî demekê sala 1967an sereka komîteyê Märta Hansson diçe rehmetê.

Li cîhê wê Olof G Tandberg dibe serekê komîteyê. Çawa li jor jî xuya dibe dostê Kurdan Olof G Tandberg cara pêşîn salên 1960î nasiya xwe dide Kurdan, vê demê hejmara Kurdan li Swêdê ji dehan kes kêmtir bûye.

Sala 1970yî dema Kurdan li Kurdistana Îraqê mafên xwe yên otonomiyê bi dest xistin, piştî kar û barên gelekî bikêrhatî yên pênc salan êdî vê komîteyê jî di heman salê de xwe belav kiriye.

Bi taybetî ji bo ku pêwendiyên vê komîteyê yên li gel komîteyên din ên li Skandînavyê (Norweç, Fînlanda û Îsland) bi pêş de herin, wî gelekî hewl daye û di salên 1966-1970yî de alîkariya doza Kurdan kiriye. Olof G Tandberg yek ji wê nivşa kevn e ku pêwendî û têkiliyên xwe bi Kurdan re ev çil sal in heta niha jî berdewam kirine.

Tandberg wisa jî yek ji wan kesan tê hesibîn ku di dewra modern de li Swêdê cara pêşî li pirsa Kurdan xweyî derketiye. Ew gelek caran di medyaya Swêdî de jî pêşta hatiye û di derbara mijara kurdan de nivîs weşandine.

Ew wekî pisporê hindikayiyan jî hatiye nasîn û parastina mafên wan ên mirovî timî di rojeva wî de bû. Demekê serekê beşa Komita UNESCOyê ya Swêdê bûye. Demeke dirêj jî bûye sekreterê karên derve yê Akademîya Zanistî ya Qiraliyetê.

Nivîsên wî di van salan de gelekî bala xwendevanan kişandiye. Olof G Tandberg sala 1966an çîrokek li ser mijara Kurdan nivîsîye: “Çîroka li ser petrola efsûnî ya ku gelek ji holê rakir” (Sagan om den magiska oljan som trollade bort ett folk, Fönstret, nr 9, 1966).

Ev çîrok paşê bi zimanê Fînî jî der çûye. Sala 1967an pirtûkek di derbara rewşa Kurdan a li Îraqê û tekoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê li Swêdê hat weşandin. Pirtûk bi alîkariya Komîteya Kurd a Swêdê derketiye ku Olof G Tandberg jî di nav refên wê de bi aktîvî kar dikir.

Di vê pirtûkê de baş xuya dike ku gelê Kurd zordestî, lêdan û zilmeke çiqasî mezin li Îraqê dîtîye û hewcedarî alîkariyê ye.

 

Joyce Blau, Cemşîd Heyderî û Olof G Tandberg (Ji aliyê çepê ve)

Joyce Blau, Cemşîd Heyderî û Olof G Tandberg (Ji aliyê çepê ve)

Ev cara pêşî bû pirtûkeke wiha di derbara rewşa Kurdan a aktuel de li Swêdê dihat weşandin: “Şerê Jibîrkirî-Rapor ji Kurdistana Îraqê (Det glömda kriget – Rapport från irakiska Kurdistan, 1967). Dr. S. Rastgeldî ev pirtûk nivîsîbû.

Têkiliyên Olof G Tandberg li gel ronakbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ên li Swêdê her tim hebûn. Tandberg pêşgotineke dirêj ji bo xebata lêkoler Rohat Alakom a bi navê “Têkiliyên Swêdî-Kurdî di Nav Hezar Salan de (Svensk-kurdiska kontakter under tusen, Apec, 2000) nivîsî.

Tenê bi vê nema di warê belavkirina vê pirtûkê de gelekî hewl da da ku ew têkeve destê gelek xwendevanên Swêdî.

Wî bi sedan adrêsên kes û dezgehên Swêdî yên giring dane weşanxaneyê bona ji wan re nimûneyek bê şandin. Ji ber vê jî di derbarê pirtûkê de gelek danasîn di rojnameyên Swêdî de hatin weşandin.

 

Pirtûka Olof G Tandberg

Pirtûka Olof G Tandberg

Olof G Tandberg sala 2008an daxwaza xwe ya herî mezin bi cih anî. Bêtir ji bo xortan û zarokan pirtûkeke Swêdî bi wêneyên gelekî xweşik û bi formateke şirîn li ser Kurdistanê weşand.

Ev pirtûka bi navê “Li ser Kurdistanê ABC-Raporeke Şexsî” derket (Apec, 2008). Şahîyeke din jî heman salê li benda Tandberg bû.

Kurdên Swêdê vê demê kiribû edet û wan her sal bi navê Gala Kurd şahîyek pêk dianî. Di vê galayê de xelatek dida Kurdekî li Swêdê û Swêdiyekî/ke dostê Kurdan.

 

Diyariya ku rewşenbîrekî Kurd ji Olof G Tandberg û hevjîna wî Olla Tadbergê re şandiye / Wêne: Alî Coşar

Diyariya ku rewşenbîrekî Kurd ji Olof G Tandberg û hevjîna wî Olla Tadbergê re şandiye / Wêne: Alî Coşar

Jurîyê sala 2007an xelata vê galayê wekî dostê Kurdan da Olof G Tandberg. Piştî dostanîya bi qasî 40 salî Tandberg xelateke wiha bi rastî gelekî heq kiribû! Êdî navê vî Swêdîyî, navê vî camêrê xas kete kûrahîya dilê Kurdan.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin