KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe

KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe

.

A+A-

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya peymana ku 29ê Kanûna Paşîn hatiye îmzekirin de, dest bi vekişîna ji bajarokê Şêxlerê yê Kobaniyê kir.

HSD di çarçoveya bicihanîna wê peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re îmze kiriye de, ji bajarokê Şêxlerê yê li rojavayê Kobaniyê vedikişe û hêzên xwe dibe baregehan.

Asayîş dê şûna wan bigire

Hat ragihandin ku HSD gav bi gav ji navenda bajarok derdikeve û ber bi baregehên xwe ve diçe.

Li gorî zanyariyan, Hêzên Asayîşê dê li şûna HSDyê li xalên Şêxlerê bi cih bibin û ewlehiyê bigirin dest.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin