
Koalîsyon baregehên xwe yên li Hisîçayê bihêztir dike
.
Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) 25 kamyonên din ên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.
Koalîsyon sewqiyata xwe ya leşkerî û lojîstîkî ya ji bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.
Li gorî çavkaniyekê ji Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê karwaneke nû ya Hevpeymaniyê ku ji 25 kamyonên tijî kelûpelên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîd derbas bû.
Heman çavkaniyê diyar kir ku armanca vê sewqiyatê bihêzkirina baregehên Koalîsyonê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye û ew karwan gihiştiye Baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê.
Ev di demekê de ye ku roja 28ê vê mehê jî, karwaneke din a mezin a Koalîsyonê ku ji 35 kamyonan pêk dihat, bi heman rêyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin