Kiliçdaroglu li Wanê soz da Kurdan

Kiliçdaroglu li Wanê soz da Kurdan

.

A+A-

Rikeberiya navbera du berbijêrên sereke yên Serokkomariya Tirkiyê tundtir bûye, berbijêrê aliyên opozisyînê Kemal Kiliçdaroglu sozan dide gel ku dê guhertinan bike. Kiliçdaroglu di mîtîngekê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê soz da gel ku dê neheqiyan ji holê rake û got, “Ez dê aştî û biratiyê bînim vî welatî.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê dest bi beşek ji mîtîngên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kir. Destpêkê serdana Agiriyê kir, piştre jî berê xwe da parêzgeha Wanê.

Di mîtînga Kemal Kiliçdaroglu ya Wanê de beşek ji dengderên Partiya Çep a Kesk (YSP) jî bi alên xwe beşdar bûn ku HDP bi navê wê beşdarî hilbijartinan dibe û biryar daye bo serokkomariyê piştevaniya Kiliçdaroglu bike.

Nehiştina sîstema qeyûman ku HDP çend serdem in ji ber dinalîne û peyama aştiyê ku Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bi dehan sal in li bendê ne girîngtirîn peyamên Kiliçdaroglu bûn. 

Kemal Kiliçdaroglu li Wanê ji girseya kombûyî re got: “Ez hemû pirsgirêkên we dizanim. Ez dizanim ka kê çi kiriye. Lê soza min bo mirovên vî welatî heye. Ez dê aştî û biratiyê bînim vî welatî. Ez dizanim neheqiyên mezin tên kirin û demokrasî hatiye binpêkirin. Ez dizanim kesên bi hilbijartinê hatine ji erkê xwe hatine dûrxistin. Ez dê van hamûyan çareser bikim.”

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayyip Erdogan jî li bajarê Antalyayê bû.

 Di rojeva Erdogan de jî piştevaniya HDPê û berpirsên wê ya bo Kemal Kiliçdaroglu hebû. Ameje bi civîna HDPê ya ligel Kiliçdaroglu da û daxwaza eşkerekirine encamên wê civînê kir.

Erdogan got: “Niha çi dibêjin, dibêjin em dê Selo derxin. Piştre jî dê Selo bînin şûna Ocalan. Ji vir ev derdikeve, xuya ye encamên hevdîtinên li Parlamentoyê kirine ev bûn. Me çend caran got eşkere bike lê eşkere nekir. Belê baybay Kemal hevalê te Qendîl e û tu ligel wan li ser vê rêyê yî.”

Lê belê Hevserokê Şaxa Amedê ya HDPê Zeyat Ceylan di bulteneke Rûdawê de red kir ku HDPê li hember piştevaniyê ti lihevkirinek ligel Kiliçdaroglu kiribe.

Zeyat Ceylan diyar kir: “Ti livekirinek û peymaneke me bi Kiliçdaroglu re yan jî bi CHPê re nîne. Em dibêjin em dê faşîzmê bi sînor bikin. Em dibêjin em dê têkoşîna azadî û aştiyeke bi rûmet bilindtir bikin. Ev têkoşîna me piştî 14ê Gulanê dê li hember CHPê jî berdewam bike.”

Bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 14ê Gulanê dema li pêşiya aliyên siyasî her diçe kêm dibe. Piştevaniya HDPê ya bo Kemal Kiliçdaroglu ku di hilbijartinên borî de derdora ji sedî 12ê dengên wê hebûn, rojeva sereke ya hilbijartinan e.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan vê piştevaniyê wek hevalbendiya PKKê bi nav dike û li meydanan dijî Hevpeymaniya Millet wê yekê wek karteke guşarê bikar tîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin