Kesên bi alên MHPê xwestin otobusa Dêrsimê bişewitînin

Kesên bi alên MHPê xwestin otobusa Dêrsimê bişewitînin

.

A+A-

Alîgirên MHPê rê li ber otobusa kompaniya Can Dersim Tuncelililerê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê girtin û hewl dan otobusê bişewitînin.

Otobusa rêwiyan a kompaniya Can Dersim Tuncelililer a ku diçû bajarê Samsûnê, rêya wê li bajarê Gumuşhaneyê ji aliyê komek nijadperest ên endamên MHPê ve hat qutkirin. Hewldana provokasyonê bi bertekên rêwiyan hat pûçkirin.

Piştî eşkerebûna hilbijartinên serokkomariyê, duh bi şev li Gumuşhaneyê li dijî Dêrsimiyan hewldana provokasyonê hat kirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, otobusa rêwiyan a kompaniya Can Dersim Tuncelililerê ku diçû bajarê Samsûnê, rêya wê li bajarê Gumuşhaneyê ji aliyê komek nijadperestên Tirk ên endamên MHPê ve hat qutkirin. Otomobîleke ku alên MHP'ê pê ve daliqandî, demeke dirêj otobusa rêwiyan a Can Dersim Tuncelîlerê şopand, pişt re rê li ber otobusê girt. Kesên ku ji otomobîlê peya bûn gotin ku ew dê otobusa rêwiyan bişewitînin. Kesên ku li camên otobusê xistin û xwestin bi zorê derî vekin, rêwiyan rêwiyan bertek dan. Alîgirên MHPê yên ku demek hewldana provokasyonê kirin, piştre li otomobîlên xwe siwar bûn û ji cihê bûyerê veqetiyan. Şofêrê otobusa rêwiyan Mehmet Kiliç jî diyar kir ku jiyana wan di metirsiyê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin