
KERKÛK - Li şûna vegerandina zeviyan, dagirkeriyeke nû dest pê kir
.
Li Kerkûkê Erebên hawirde dest danî ser 200 donim zeviyên cotkarekî Kurd.
Cotkar li bendê bû ku li gorî yasaya parlamentoyê zeviyên wî lê bên vegerandin lê Erebên hawirde ew zevî cot kirin.
Yasaya ku divê wan zeviyan li xwediyên wan ên resen vegerîne, nayê bicihanîn.
Cotkarên Kurd gilî û gazincan dikin ku dezgehên fermî yên hikûmetê tinazan bi wan dikin û guh nadin tapoyên wan.
Erebên hawirde di şev û rojekê de dest danî ser 200 donim zeviyên cotkarekî Kurd.
Ew cotkar li bendê bû ku bi rêya yasaya hejmar 3 a sala 2025an a Parlamentoya Îraqê zeviyên wî bi yekcarî jê re vegerin lê li şûna wî Erebên hawirde zeviyên wî cot kirin.
"Dibêjin yasa tenê li Bexdayê ye"
Cotkar Mihemed Emîn li ser rewşa xwe got,"Mixabin heta niha ew yasa negihiştiye sazî û dezgehan. Dema em diçin saziyan tinazan bi me dikin.
Dibêjin 'Yasaya hejmar sê çi ye û hal çi ye? Ew tenê li Bexdayê heye.'
Di şevekê de bi ser 200 donim zeviyên min de girtin, dagir kirin û bi 6-7 traktoran cot kirin û birin."
Li parêzgeha Kerkûkê, kêşe li ser zêdetirî 700 hezar donim zeviyên Kurdan heye.
Her çi qasî tapoya wan zeviyan li ser navê Kurdan e jî Erebên hawirde bi girêbestên 55 sal berê wan zeviyan cot dikin.
Cotkar Fayîq Şukur jî got,"Ji Leylanê heta digihîje Sergeran û Dûbizê hemû kesî heman pirsgirêk heye. Cih nemaye ku me serî lê nedabe.
Li cem hikûmetê tapoyên me derbas nabin, kar bi girêbestên wan tê kirin û hemû derî li ber wan vedibin."
"Çima rênima negihiştine?"
Cotkarekî din ê bi navê Ebû Bekir Necmedîn jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
"Di yasayê de pêşînî ya tapoyê ye lê li Îraqê û bi taybetî li Kerkûkê kar bi girêbestan tê kirin û kar bi tapoyê nayê kirin.
Baş e ev cudahî çima? Çima rênimayên yasaya hejmar sê negihiştine ti sazî û dezgehan?"
Hîn rênimayên yasaya hejmar 3 negihiştine saziyên hikûmî yên Kerkûkê û kar bi wê yasayê nayê kirin.
Rêbiwar Taha: Em li bendê ne
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha jî li ser mijarê got,"Ez hêvîdar im ku hikûmeta Îraqê bi lez rênimayan bişîne.
Me wekî hikûmeta xwecihî tiştê ku dikeve ser milê me kiriye û em li bendê ne ku bi awayekî fermî rênima bigihîjin parêzgeha Kerkûkê."
Yasaya hejmar 3 ya sala 2025an girêdayî vegerandina zeviyên Kurdan e ya ji bo xwediyên wan ên resen e.
Yasa di rojnameya fermî ya ya Îraqê de hatiye belavkirin lê kar pê nayê kirin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin