Kemal Kılıçdaroğlu bû namzedê masa 6 qolî

Kemal Kılıçdaroğlu bû namzedê masa 6 qolî

.

A+A-

Li Tirkiyê her 6 partiyên muxalefetê bi mehaye ku di nav xwe de dicivin û dixwazin ji xwe re rêzikname û namzedekî destnîşan bikin. Di encamê de îro piştî civîna bi 4.5 sietan, li Partiya Saadetê civîna xwe bi dawî kirin û serokê SP Karamollaoğlu ragihand ku namzedê serokkomriyê yê masa 6 qolî serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu ye, li ser 11 xalan lihev kirine û weha got:

“ Di pêvajoya derbasbûna sîstema parlementerî de wê serokên partiyên din bibin cîgirê serokkomar.”

Kemal Kılıoçdaroğlu li ser mijara serokkomariyê weha got:

“Ev sifre, sifra Îbrahîm Xelîl e. Sifra Îbrahîm Xelîl ew şifreye ku yek zarokekî birçî nekeve nav nivînê xwe. Pêkanîna heq, hûqûq û dadê ye. Sifra me sifra aştî û biratiyê ye. Armanca me ku em Tirkiyê bibin rojên dilxweşî, aram û berektê. Bi îzna Xwedê em ê biser bikevin. Em ê Tirkiyê bi lihevkirin û şêwrê birêve bibin. Me li ser sîstema parlementeriyê ya xwurt lihev kir. Me li ser 11 xalan lihev kir. Di wexta derbasbûna sîstema parlementeriyê de wê serokê partiyan bibin cîgirê serokkomar. Deriyê me ji bo herkesî heya dawiyê vekiriye. Bila kes xema nexwe. Em ê desthilata exlaq û edaletê bi hevre ava bikin. Rêya we vekirîbe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin