Keçên Cindirêsê bi wênekêşiyê hêviya berdewamiya jiyanê derdibirin

Keçên Cindirêsê bi wênekêşiyê hêviya berdewamiya jiyanê derdibirin

.

A+A-

Erdheja li Cindirês a ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bandoreke ewqas li xelkê navçeyê kir dibe ku demeke dirêj  pêwîst be ji bo jibîr kirinê. Xelkê Cindirêsê  bi awayên cuda cuda, wê bûyera xemnak tînin ziman weke mînak, Yasmîn Xelîl wênekêşa ji Cindirêsê û keçên Cindirêsê li ser kavilên mal û warên xwe yên wêranbûyî, bi rêya kişandina tabloyan, peyama berdewamiya jiyanê ji cîhanê re dişîne. Di nav de jî peyama spasiyê ji bo Başûrê Kurdistanê ku di wê karesatê de bi xelkên Efrînê re alîkar bû.

Hejmarek ji keçên Kurd ên wênekêş li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê li ser kavilên mal û warên xwe yên wêranbûyî, bi sedema erdheja 6ê Sibatê, bi reng û tabloyên hunerî, dilsoziyê ji kesûkarên xwe û qurbaniyên erdhejê re, nîşan didin û hestûnestên xwe derdibirrin.

Yek ji wan keçan, Yasmîn Xelîl e ku bi xwe mamosteya wênekêşiyê ye, ligel şagirtên xwe, peyama berdewamiya jiyanê bi rêya tabloyên hunerî, ji cîhanê re dişînin. Di nav de jî peyama spasiyê ji bo Başûrê Kurdistanê ku di wê karesatê de bi xelkên Efrînê re alîkar bû.

Wênekêşa ji Cindirêsê Yasmîn Xelîl anî ziman, “Gelek spas ji miletê me yê Başûrê Kurdistanê re. Em şêniyên Efrîn û Cindirêsê gelekî kêfxweş bûn bi hatina we, bi alîkariya we bi me re, ku we bi destê me girt û we alîkarî bi me re kir, em gelekî gelekî spasiya we dikin. Min ev tablo çê kiriye da wê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikim, da em bi vê yekê spasiya wan bikin.”

Di tabloyên wan keçên wênekêş de, rengvedana rewşa zehmet û azarkêşiyê li Efrîn û Cindirêsê diyar e. Hevdem hêviya berdewamiya jiyanê tê de, eşkere ye.

Wênekêşa ji Cindirêsê Yasmîn Xelîl got, “Piştî vê rewşa em tê re derbas bûne û kesên me yên canên xwe jidest dane û yên birîndar bûne û yên sêwî mane û yên ku heta roja îro li bin konana mane, ev sal li ser me gelekî zehmet bû, gelekî li ser me xembar bû, me nexwest em şahiya Newrozê bikin, lê min û şagirtên xwe bi vî awayî, me xwest Cejna Newrozê pîroz bikin, êdî me tablo li ser jinên Kurd çê kirin. Çi çê bibe, çi bi me re derbas bibe, lê hêj hêvî bi me re heye, ku jinên me yên Kurd rûniştine û ala Kurdistanê bi destê xwe didirûn.”

Piştî erdheja 06ê Sibata 2023yan, ku tê de ziyaneke mezin gihişte xelkên Herêma Efrînê, bi giştî, û bajarokê Cindirêsê bi taybetî, xelkên wê deverê derbidr bûn û ketin azarkêşiyeke mezin, lê her ew li cih û warên xwe man û tevî zehmetiyên mezin, jiyana xwe berdewam dikin.

Yasmîn Xelîl û şagirtên xwe jî, bi hêviya geşbûna Buharê, bi geşbînî wêneyên paşerojeke xweş dikêşin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin