Keça Kurdistanê ji nav girtîgehê dibêje emê di xebata xwe de berdewam bin

Keça Kurdistanê ji nav girtîgehê dibêje emê di xebata xwe de berdewam bin

.

A+A-

Sirwe Pûrmihemedî ku niha li girtîgeha Sinê de ye, di hevpeyvîna xwe ya di riya têlêfonê re bi malbatê û bi hevalan re dibêje wêrekiya xwe zêde bikin, Xebat didome.

Sirwe Pûrmihemedî mamosteyeke Kurd e ku di serhildana Jînayê de hate girtin û niha li nav girtîgehên dagirkariya Îranê de dibêje: “Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê li dijî dagirkariyê wê berdewam bike”

Wê çalakvana Kurd li ber deriyê girtîgehê, nasnameya keça Kurdistanê yan jî kenîşkî Kurdistan wergirt. Bavê wê got Sirwe keça Kurdistanê ye lewma em serbilindin.

Sibeha 19ê Nîsana 2025an, Sirwe Pûrmihemedî, çalakvana Kurd û mamosteya zimanê Kurdî ku 36 salî ye, bi serbilindî xatirê xwe ji malbat û hevalên xwe xwest. Çend xulekan şûnda, wê dest bi kêşana sizayê xwe yê pênc salan li girtîgeha jinan a bajarê Sinê li Rojhilatê Kurdistanê kir. Sedemên biryara dadgehê ev in: xebat ji bo parastina zimanê Kurdî, parastina nasname û daxwaza maf û azadiyan ji bo Kurd û Kurdistanê.

Pûrmihemedî berî girtina xwe jî peyamek ji rêjîma dagirkar a Îranê re şand. Bi gotinên helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes, wê dest pê kir û got: "Tenê tiştê ku hûnê qet bi dest nexin ev e ku hûn azadiyê ji ruh û canê me paqij bikin. Hûn dikarin laşên me bigirin, lê qet azadiya di nava rih û canê me de nikarin ji me bistînin." Wê bi eşkereyî pabendbûna xwe bi rêbaz û têkoşînê re ji nû ve dupat kir û got: Dema ku min piştgiriya malbat, hevalên xwe û netewa Kurd hest pê kir, min zanibû ku ez li cîhekî rast rawestiya me. Heya nefesa xwe ya dawî, ezê têkoşîna xwe bidomînim.

Sirwe Pûrmihemedî mamosteya zimanê Kurdî ye li komeleya çandî ya Nojîn, ku ji bo parastin û pêşvebirina çand û zimanê Kurdî dixebite. Ew bi awayekî çalak beşdarî tevgera "Jînayê" bû - serhildana ku piştî şehîdkirina Jîna Emînî di payîza 2022an de li Kurdistanê li dijî dagirkarên Îranê dest pê kir û ji hingê ve bûye hêmaya berxwedanê li dijî rêjîma Îranê, bi taybetî li Kurdistanê. Endamên Nojîn xwe wekî beşek ji têkoşîneke rizgariyê ya demdirêj dibînin û dibêjin: "Ev şoreş berdewamiya berxwedana zêdetirî sed salî ya li dijî kolonyalîzmê li Kurdistanê ye. Komeleya me jî beşek ji vê çarçoveyê ye."

Girtina wê ya cara yekem di roja 29ê Çileya 2023an de pêk hat, dema ku Sirwe Pûrmihemedî ji bo wergirtina agahdariyan li ser dosyeyên endamên girtî yên komeleya Nojîn serdana dadgeha rêjîma dagirkar a Îranê li bajarê Sinê kir, Tevî ku wê demê ti sûcdariyek li dadgeha dagirkar li dijî Sirwe tunebû jî, lê ew heman rojê li wir hate girtin. Sirwe wê demê du heftiyan di bin çavdêriya ewlehiyê de û di bin lêpirsînê de ma. Piştre heya dema standina biryara dadgehê bi danîna barimteyê hate berdan.

Di roja 25ê Mijdara 2024an de, dadgehê bi tawana avakirina komekê bi armanca têkdana ewlehiya Îranê, pênc sal sizayê girtîgehê bo wê bi, Wisa dixuye ku tomet li ser bingeha pabendbûna wê bi zimanê Kurdî û perwerdehiya siyasî ye. Endamên din ên komeleya Nojîn jî berî Sirwe, di çarçoveya tevgera "Jînayê" de hatibûn girtin.

Berteka malbata wê jî bi qasî ya çalakvanên din ên hevalên wê tund bû. Bavê wê got: "Keça min ne ji ber kirina sûcekî tê sizakirin, belku ji ber zimanê Kurdî xebat kiriye rastî sizayê tê. Ew ne tenê keça min e - ew keça Kurdistanê ye. Ez pê serbilind im." Dayika wê jî got: "Ewê dê bi rûmet biçe girtîgehê. Ez hêvî dikim ku ew roj were ku ew kesên ku îro zarokên me siza dikin li ber dadgeha me bisekinin."

Ji bo Sirwe Pûrmihemedî, girtîgeh ne têkçûn e, lê belê beşek ji rê û xebata wê ya siyasî ye. Ew dibêje: "Ev biryar, bêhêziya kolonyalîzma Îranî nîşan didin - û ew nîşan didin ku civaka Kurdistanê zindî ye. Piştî cejna mezin a Newrozê, ku îsal li hemû bajarên Kurdistanê hate pîrozkirin, rêjîmê bi zext û zordariya zêdetir bersiv da. Lê em netirsin."

Doza wê ji bo gelek çalakvanên di tevgera azadiya Kurdistanê de ku ji bo mafên mirovan, diyarkirina çarenûsa siyasî, azadî û rizgariya Kurdistanê, azadiya çandî û beşdariya siyasî di gorrepanê de ne, mînakeke mezin e. Tevgera "Jînayê" ne tenê guhertinên siyasî, lê di heman demê de guhertinên çandî jî dane destpêkirin. Sirwe Pûrmihemedî bi awayekî zelal dibêje: "Girtîgeh tenê qonaxek din a berxwedanê ye. Ezê xebata xwe berdewam bikim heya ku Kurdistan azad bibe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin