Keça Kurd di pêşbirka pelewaniya dest tewandinê ya Cîhanê de madalya wergirt

Keça Kurd di pêşbirka pelewaniya dest tewandinê ya Cîhanê de madalya wergirt

.

A+A-

 Li Bakurê Kurdistanê keça Kurd a bi navê Bêrîtan Akyol a 15 salî di pelewaniya dest tewandinê ya Cîhanê de bû sêyemîn û madalya wergirt.

Li gundê Bîra Tarî yê ser bi navçeya Kayapinar a Ameda Bakurê Kurdistanê Bêrîtan Akyol berî 4 salan, ji ber şêwazê jiyana xwe ya li gund, hest pê kir ku zendên wê pir bi hêz in û dest bi werzîşa desttewandinê kir. Niha armanca wê ew e bibe yekem a cîhanê.

Werzîşvana Kurd Bêrîtan Akyol got: “Malbata min ajeldariyê dike û ez jî alîkariya wan dikim. Piranî min av ji bîrê dikişand bo ajelan. Vê yekê jî wiha kir ku zend û bendên min bihêz bibin. Piştre li ser pêşniyara rahênerekî min dest bi werzîşa zoranbaziya dest tewandinê kir û heta niha jî berdewam dikim.”

Bêrîtan di nav hefteyekê de 4 rojan li salona werzîşê rahenanan dike û rahênerê wê dibêje ew kapasîteya Bêrîtan heye ku bibe yekemîna cîhanê.

Rahêner Mehmet Erk jî got: “Ez çûbûm mêvandariyê û min dît ku Bêrîtan bi dehan caran avê ji bîrê dikşîne û milên wê bihêz in. Wê demê min ji malbata wê re pêşniyar kir û Bêrîtan beşdarî pêşbirkan bû. Herwiha heta niha jî ez wek rahênerê wê em bi hevre kar dikin.”

Keça Kurd Bêrîtan îsal di navbera 13 û 24ê Cotmeha 2022ê de beşdarî Pelewaniya Dest Tewandinê ya Cîhanê bû ku li parêzgeha Antalyayê hat kirin û di kategoriya pêşbirkeya temenê 15 salî de bû sêyem û madalya bronz wergirt. Berî niha jî di sala 2020ê de li parêzgeha Eskişehirê di Pelewaniya Tirkiyê de bûbû duyemîn.

 

ÇAVKANΠ: RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin