
Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin
.
Çavdêrê siyasî Kasim Ergun derbarê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin de ragihand, armanca vê komîsyonê ne çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Li gorî Ergun, ji ber ku daxwazên bingehîn ên neteweyî di bingeha vê pêvajoyê de nînin, ew ti encameke erênî ji bo Kurdan pêşbîn nake.
Kasim Ergun di beşdariya xwe ya di bulteneke Kurdistan24ê de da zanîn, pêvajoya çareseriyê ya berê di encama têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de dest pê kiribû. Ergun wiha got: "Di wê pêvajoyê de xala sereke ya dewletê ew bû ku PKKê bêçek bike, ya aliyê PKKê jî ew bû ku pêvajoyeke biratî û aştiyê dest pê bike. Lê mixabin di daxwazên ku ji aliyê Ocalan ve hatin pêşkêşkirin de, mafên bingehîn ên miletê Kurd cih negirtin."
"Daxwazên neteweyî nehatin kirin"
Ergun destnîşan kir, di wê demê de daxwazên wekî naskirina miletê Kurd, naskirina Kurdistanê, statuya fermî ji bo zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî nehatine rojevê. Herwiha got: "Mixabin talebeke ku ji aliyê Ocalan ve hatibe kirin ku miletê Kurd di vê pêvajoyê de çi bi dest bixe tune bû. Ne mafê miletbûnê, ne naskirina Kurdistanê, ne zimanê fermî û ne jî perwerde hatin xwestin."
"Divê aliyên Kurdî di komîsyonê de beşdar bibana"
Çavdêrê siyasî rexne li pêkhateya komîsyona nû girt û anî ziman ku ev komîsyon ji bo çareserkirina pirsa Kurd nehatiye avakirin. Ergun got: "Eger ev komîsyon ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê be, pêwîst e partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê û dezgehên sivîl ên Kurdan tê de beşdar bin. Lê wekî em dibînin, ev komîsyon ji alîgirên MHP-AK Partî û DEM Partiyê pêk tê, ku her du alî jî behsa pirsa Kurd û Kurdistanê nakin, tenê behsa aştiyê û biratiyê dikin."
Di dawiya axaftina xwe de, Kasim Ergun amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn, divê du aliyên sereke hebin: aliyê Kurd û aliyê dewleta Tirk. Divê ev her du alî li ser maseyeke wekhev rûnên û bi çavdêriya navneteweyî danûstandinan bikin. Ergun got: "Ez ji bo encama vê pêvajoyê û ji bo çareserkirina pirsa Kurd tiştekî nabînim, ji ber ku telebeke wiha di bingehê de tune ye."
Kurdistan 24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin