
Karwanê duyê yê girtiyên DAIŞê digihîje Iraqê
.
Wezareta Navxwe ya Iraqê hatina karwanê duyê yê girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê eşkere kir û amaje da ku, ew dê li ser çend girtîgehan bên belavkirin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Miqdad Mirî îro (Şemî, 24.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, karwanê duyê yê girtiyên DAIŞê dê di çend rojên bê de bigihîje Iraqê.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê eşkere jî kir ku, heta niha 150 çekdarên wê rêkxistinê radestî Iraqê hatine kirin.
Berdevkê navbirî ron jî kir ku, pêvajoya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê bi serperiştiya Wezareta Navxwe ya Iraqê û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ve tê meşandin.
Miqdad Mirî herwesa got: Hevpeymanan amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina Iraqê di veguhestin û parastina girtiyan de nîşan daye. Amaje jî da ku, girtîgeheka destnîşankirî ji bo binecihkirina çekdarên DAIŞê nîne, belkî ew dê li ser girtîgehên cuda cuda bên belavkirin.
Pêvajoya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê di demekê de ye ku, rewşa ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne aram e û xetera revîna girtiyan ji girtîgehên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde bûye. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandiye ku, armanca dawiyê ew e ku heta heft hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê bên veguhestin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ev pêngav wekî "pêngaveka pêşwext ji bo parastina ewlehiya neteweyî" wesif kir. Herwesa Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê jî dest bi rêkarên serederîkirina bi wan girtiyan re kiriye.
Karbidestên Iraqê piştrastiyê didin ku, sînorên wan bi Sûriyeyê re bi tundî parastî ne û sê xetên parastinê ji bo rûbirûbûna her xeterekê hatine danan. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bang li welatên Ewropayê kiriye ku, wan girtiyan werbigirin ên ku nasnameyên welatên wan hene, da ku li wê derê bên darizandin.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin