
Karwana yekem a Hecîyên Kurdistanê bi rê dikeve
.
A+A-
Hat ragihandin ku sibe 16ê Hezîranê yekem karwana Hecîyên Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê dikeve.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşebendî ragihand ku îsal 2 hezar û 120 Hecîyên Herêma Kurdistanê diçin Hecê û eşkere kir, “Sibe Pêncşemê 16ê Hezîrana 2022yan yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê diçin Erebistana Siûdî.”
Hat diyarkirin ku, sibe li demjimêr 11:00 329 Hecî li Hewlêrê, 140 hecî li Silêmaniyê digihin hev û piştre li demjimêr 17:00 bi rêya Balafirgeha Hewlêrê diçin Erebistana Siûdî.
Hêjayî gotinê ye, sala 2019an beriya pandemiya koronayê, 4 hezar û 880 Hecî ji Herêma Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê, çûbûn Erebistana Siûdî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin