Karkerên Şaredariya Çewligê dest bi grevê dikin

Karkerên Şaredariya Çewligê dest bi grevê dikin

.

A+A-

 Karkerên Şaredariya Çewligê, pêşniyaza zêdekirina bi rêjeya %22 a mûçeyan qebûl nekirin û biryar dan dest bi grevê bikin.

Şaredariya Çewligê, bo zêdekirina mûçeyan rêjeya %22 pêşniyarê karkeran kir, karkeran ev rêje qebûl nekirin.

Karkerên şaredariyê, derbarê wergirtina biryara grevê de dengdanek kirin. Di dengdana ku 386 karkeran deng bikar anîn, 377 kesan daxwaza grevê kirin û 3 kes jî li dijî biryara grevê derketin. Herwiha 6 deng jî hatin betalkirin.

Eger heta 10 rojan ji hevdîtinan encam dernekeve û pirsgirêka mûçe neyê çareserkirin, dê grev destpê bike. Hevdîtênên bi şaredariyê re li ser navê karkeran ji aliyê Sendîkaya Kar-Xizmetê ve tên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin