Kanala fermî ya Sûriyeyê cara yekem weşana Kurdî kir

Kanala fermî ya Sûriyeyê cara yekem weşana Kurdî kir

.

A+A-

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê Îxbariyeyê cara yekem bi zimanê Kurdî weşan kir.

Pêşkêşkarê kanala Îxbariyeyê nûçeya hevdîtina şandeya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer a li Koşka Gel a Şamê bi Kurdî pêşkêş kir.

Endamê Serkirdayetiya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Nîmet Dawûd jî li ser hevdîtina bi Ehmed Şer re nirxandin kirin.

Nîmet Dawûd diyar kir ku hevdîtina bi Ehmed Şer re erênî derbas bûye û kêfxweşiya xwe ya ji bo weşana Kurdî ya li televîzyona fermî ya Sûriyeyê anî ziman.

Nîmet Dawûd li ser hevdîtinê got:

"Îro ji bo Sûriyeyê û gelê Kurd rojeke dîrokî ye.

Em wekî Kurd xwe wekî parçeyeke Sûriyeyê û di dirêjahiya dîrokê de jî wekî şirîkê wê dibînin.

Em dê di paşerojê de jî şirîkatiya xwe bidomînin."

Dawûd her wiha anî ziman:

"Hebûna me ya li Şamê û hevdîtina me ya bi hikûmetê re erkê me yê niştimanî ye."

Di biryarnameya ku Ehmed Şer îmze kiribû de hatibû gotin, "Welatiyên Kurd ên Sûriyeyê wekî parçeyeke bingehîn û resen ê gelê Sûriyeyê tên qebûlkirin."

Di biryarnameyê de hatibû eşkerekirin ku dê welatînameyê bidin wan Kurdên li parêzgeha Hisîçayê ku bê nasname hatine hiştin.

Her wiha di biryarnameyê de di warên perwerde û çandê de jî çend maf ji bo Kurdan hatibûn naskirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin