KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin

KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin

.

A+A-

Li Zanîngeha Ottawayê ya paytexta Kanadayê, konferanseke taybet li ser rola Kurdan a di pêşxistina mirovahiyê de hat lidarxistin.

Di konferansê de zanayên Kurd ên ji warên curbicur ên wekî bîrkarî, bijîşkî, fîzîk û atomê beşdar bûn.

Zanayên Kurd li vir behsa rola xwe ya di bipêşxistina mirovahiyê de kir û li dijî wê wêneya teng a cîhanî derketin ku gelek caran Kurdan tenê wekî komeke çekdar nîşan dide.

Konferans ji aliyê "Foruma Zanistî ya Hojanê" ya Kurdî û bi piştgiriya Zanîngeha Ottawayê ve bi drûşma "Zanist bi Kurdî” hat organîzekirin.

"Ziman û çanda Kurdî bi zanistê tên parastin"

Koçer Bîrkar zanayê navdar ê bîrkariyê û xwediyê Xelata Fieldsê ku wekî ‘Nobela Bîrkariyê’ tê zanîn ji Brîtanyayê bi awayekî online beşdarî konferansê bû.

Koçer Bîrkar li ser parastina çand û nasnameya Kurdî bi rêya zanistê sekinî û got:

"Rola perwerdeyê bi giştî û rola zanistê bi taybetî ji bo parastina çanda Kurdî gelekî girîng e.

Niha li mîmariya Kurdî binêrin. Ka mîmariya Kurdî? Ew şêwaza ku xaniyên Kurdan pê dihatin avakirin, gelekî bi lez ji holê radibe."

Xwendekara doktorayê ya beşa bijîşkiyê Hana Şêxulîslamiyê jî behsa lêkolîna xwe kir û anî ziman:

"Lêkolîna min li ser wê yekê ye ku em li mîkrobên nav rûviyan û li xwarina jinan, bi taybetî jî jinên ducanî, dinêrin û bandora wê ya li ser zarokan vedikolin."

"Ev welat bi beşdariya koçberan hatiye avakirin"

Seroka Zanîngeha Ottawayê Marie-Eve Sylvestre jî amaje bi rola koçberan a di avakirina Kanadayê de kir û wiha axivî:

"Ev welat bi beşdariya koçberan hatiye avakirin. Dema dor tê ser Zanîngeha Ottawayê, zanîngeh û xwendekarên navneteweyî, profesorên wê û karmendên wê beşek in ji DNAya zanîngehê.

Bêyî wan û rola wan em dê bibin cihekî bi temamî cuda û rola wan di bipêşketina zanistê de gelekî girîng e."

Di konferansê de hinek ji beşdaran bi al û cil û bergên Kurdî amade bûn û reng û rewşa çanda xwe nîşanî Kanadayiyan dan.

Konferansê nîşan da ku Kurd ne tenê gelekî ku ji bo manê têdikoşe ne, di heman demê de yek ji avakerên paşeroja mirovahiyê ne jî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin