
Kampanyaya 'Kurdan Biparêze' li cîhanê deng veda
.
Kurdên Amerîka û Kanadayê kampanyayeke cîhanî ya berfireh ji bo piştgiriya projeyasaya "Save the Kurds Act" (Yasaya Kurdan Biparêze) daye destpêkirin.
Tenê di nava 24 saetan de, zêdetirî 10 hezar kesan ji bo piştgiriya projeyasayê deng daye.
Organîzatorên kampanyayê jî dibêjin, "Çiqas hejmara beşdaran zêdetir be, givaşa li ser Kongreyê jî ewqas mezintir dibe."
29ê Kanûna Paşîna 2026an, Şêwirmenda Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya Amerîka û Kanadayê û pêşenga kampanyayê Cîhan Brîfkî dema beşdariya di bernameya "Roja Hîwa Cemal" a Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand:
"Ev projeyasa ji bo parastina paşeroja Kurdan aRojavayê Kurdistanê û herêmê gaveke diyarker e."
164 hezar hezar îmzeyan derbas kir
Li gorî amara herî nû ya ku li ser malpera Change.org`ê hatiye belavkirin, heta niha 164 hezar û 104 îmze lê hatine komkirin, tê xwestin ku fişara siyasî ya li ser Senato û Kongreya Amerîkayê were zêdekirin.
Cîhan Brîfkî dibêje, "Komkirina vê hejmara mezin tenê di şev û rojekê de, nîşaneya xemxwiriya Kurd û dostên Kurdan e li seranserê cîhanê ji bo wê rewşa ku rûbirûyî Rojavayê Kurdistanê bûye."
Projeyasaya Lindsey Graham
Projeyasaya "Save the Kurds Act" ji aliyê Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham ve hatiye pêşniyarkirin.
Armanca sereke ya projeyê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dabînkirina parastin û garantiyeke ewlehiyê ya navnetewî ye.
Proje daxwazê ji senatoran dike ku givaşê bixin ser Koşka Spî û hikûmeta Amerîkayê da ku pabend be bi parastina hevpeymanên xwe yên Kurd ên herêmê.
Şêwirmenda Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi rêya Rûdawê peyamek da hemû Kurdan ku li kû dera cîhanê bin û got:
"Dema hejmara îmzeyan 100 hezarî derbas dike, dibe givaşeke siyasî ya cidî li ser senator û endamên Kongreyê.
Em dixwazin nîşanî Washington û cîhanê bidin ku Kurd bi tenê nînin."
Çawa tê îmzekirin?
Proseya îmzekirinê bi awayê online û bi rêya malpera cîhanî ya Change.orgê bi rê ve diçe.
Beşdarbû tenê bi nivîsandina nav û posta elektronîk (Email) dikarin dengê xwe bidin vê kampanyayê û piştgiriyê li projeyasaya Lindsey Graham bikin.
Ji bo îmzekirina vê bangê hûn dikarin vê lînkê bitikînin
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin