Kampa Holê: 27 terorîstên IŞÎDê hatin girtin

Kampa Holê: 27 terorîstên IŞÎDê hatin girtin

.

A+A-

Di encama qonaxa duyemîn a operasyona ku duh li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin de ji aliyê rayedarên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku gelek endamên IŞÎDê, li nav Kampa Holê hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser îro ragihand ku di qonaxa duyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehî" de 27 endamên rêxistina terorî ya IŞÎDê hatine girtin.

Rayedarên asayîşê da zanîn ku di nav kampa Holê de 4 tunelên IŞÎDê jî hatine dîtin ku şaneyên nehênî yên IŞÎDê, van tunelan ji bo ku xwe veşêrin, bi kar tînin. Hat diyarkirin ku ew tunel hatine girtin û ji bo asayîşa nav kampê, venêrîn berdewam dike.

Her wiha di qonaxa yekemîn a operasyonê de ku di 2yê Nîsana 2021an de hatibû lidarxisatin de hatibû diyarkirin ku 125 çekdarên IŞÎDê yên endamên şaneyên veşartî yên rêxistina IŞÎDê bûn, hatibûn girtin.

Amarên nû yên Rêveberiya Kampa Holê nîşan didin ku hejmara niştecihên kampê, gihiştiye 54 hezar û 390 kesan û di nav wan de 27 hezar û 816 koçberên Iraqî û 18 hezar û 483 welatiyên Sûriyeyî hene. Her wiha tê diyarkirin ku li Kampa Holê, 8 hezar û 91 jin û zarokên IŞÎDiyan ên ji 54 welatên cîhanê jî cih digirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin