Kamîran Haco: Me û hikûmetê li ser tiştekî jî li hev nekir

Kamîran Haco: Me û hikûmetê li ser tiştekî jî li hev nekir

.

A+A-

Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve îro derbarê Sûriyê de dicive. Ev yekemîn civîna NY piştî bidawîhatina bê encam a gera şeşemîn a danûstandinên Cinêvê di navbera aliyên nakok ên Sûriyê de ji bo nivîsandina destûreke nû ye. Kamîran Haco, Endamê Koîmteya Nivîsîtna Destûra Sûriyê jî dibêje,  “Me li ser tiştekî jî li hev nekiriye.”

Biryar e ji xeynî 15 endamên encûmenê, Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Gier Pederson, Rêkxerê Mirovî yê NY û herweha nûnerên Tirkiyê û Îranê jî beşdar bibin.

Di civînê de, ji xeynî gotûbêjkirina pêşhatên siyasî û serbazî, dê behsa encamên civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê, rewşa mirovî û eger heye behsa egera operasyoneke din a Tirkiyê li Sûriyê jî bê kirin.

Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê, Geir Pedersen îro bi awayekî bêhêvî, gilî û gazinên xwe ji encamên gera şeşem a Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê, li ber civîna Enbcûmena Asayişê ya Navdewletî datîne, ku îro Çarşemê 27ê Cotmehê derbarê Sûriyê tê lidarxistin û Pedersen tê de, behsa şikestina civînên wê gerê dike.

Geir Pedersen derbarê civînên gera şeşem a danûstandinên Cinêvê de ragihandiye, “Bi nerîna min, di cihê xwe de ye ku bibêjim, bêhêviyeke mezin ji gotûbêjan hebû. Civîna me hebû, lê ti hevtêgihiştin li ser xalên hevbeş li wê civînê nehatin berhemanîn. Min jî ji 45 endaman re got, ev yek bêhêvîkar bû.”

Aliyên beşdar di civînên gera şeşem de, bi taybet aliyê opozisyonê, bi heman bêhêvîtiyê derketin, wiha jî şanda hikûmeta Sûriyê bi rêgirîkar li ber hevtêgihiştinan binav dikin.

Kamîran Haco, Endamê Koîmteya Nivîsîtna Destûra Sûriyê ji Rûdawê re got: “Me tiştek wisa pêşkêş dikir ku em bihêlin ew jî bi rastî ne nakok bin li ser, yanî ew mijar renge di 2012an de hatibe, di 1950 de hatibe, di 1973an de hebe, ew mijarê natural ku her kes dikare li ser wan li hev bike. Lê wana dikişande ser mijarên germ, ew meseleya siyasî û rewşa ku Sûriye niha têde ye, ew ambargoya li ser Sûriyê, em dê çawan destûrek nû binivîsin di rewşeke wiha de, ji aliyê wan ve dikişandin aliyekî din, ew bû mijara ku me didît ne cihê wê ye, lê wana bi rengekî din germ dikir. Tiştek nebûye û li ser tiştekî me li hevdu nekiriye. Heta hin tiştên wan bi xwe jî nivîsandibûn, me li wan vegerandin, tiştên girêdayî serweriya dewletê û.., qebûl nekirin danûstandinê jî li ser bikin.”

Şandiyê Navdewletî ji bo Sûriyê, berê xwe dide Encûmena Asayişê ku hevdem ligel gotûbêjkirina rewşa siyasî, ewlehî û mirovî li Sûriyê, encamên gera şeşem a Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê û nîgeraniyên Tirkiyê ji Sûriyê û egera operasyoneke din a leşkerî ya Tirkiyê li dijî navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Êdî çav jî li encamên civîna Encûmena Asayişê dimînin, ka dê ji bo Sûriyê çi biryaran bide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin