Kadkarên Tendûrûsiyê li bajarê Sîneyê çalakiyeke lidar xistin

Kadkarên Tendûrûsiyê li bajarê Sîneyê çalakiyeke lidar xistin

.

A+A-

Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê “Sinê” Kadkarên Tendûrûsiyê li derheq danemezirandana wan bi awayekî fermî, kombûn û nerizayetiya xwe nîşandan.

Roja Şemî 9ê Nîsana 2022an Kadkarê Tendûrûsiyê yên nexweşxaneyên bajarê “Sine”yê ku di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de bi awayekî girêbest hatibûne damezirandin û di rojên giştgîrbûna Koronayê de li nexweşxaneyan de kar dikirin, piştî derbasbûna 2 salan hêj bi awayê fermî nehatine damezirandin.

Her di vê derheqê de beşek ji wan Kadrên Dermanî bi dana dirûşmên wekî “ Em parêzêrê canê we bûyn,  hûn parêzerê mafê me bin” li derheq danemezirandina fermî di nexweşxaneyan de, kombûn û nerizayetiya xwe nîşandan.

Heyamek zêdeye ku qatên cuda yên civakê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  ji dest sîstema nekêrhatî û deselatdariya rejîma Îranê ku li ser ximê gendelî, dizî û binpêkirina mafan hatiye damezirandin, nerizayetî û bêzariya xwe bi awayên cuda ji wê rejîmê didine nîşandan.

Çavkanî: Kurdistanmedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin