Jûra Bazirganiyê ya Cizîrê: Serokatiya Serok Barzanî nayê nîqaşkirin

Jûra Bazirganiyê ya Cizîrê: Serokatiya Serok Barzanî nayê nîqaşkirin

.

A+A-

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê ragihand ku serokatiya Serok Mesûd Barzanî nayê nîqaşkirin.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê  derbarê nîqaşên li ser serdana Serok Mesûd Barzanî ya li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê meşrû ye ku di Destûra Îraqê de hatiye misogerkirin û Serok Mesûd Barzanî hem bi serkeftina di hilbijartinan de û hem jî bi rêbazên navneteweyî "rêberekî siyasî ye ku ti guman li ser wî nîne."

Jûra Bazirganiyê ya Cizîrê diyar kir ku rexneyên li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê ji rastiya hiqûqî û siyasî dûr in.

Di daxuyaniyê de statuya Herêma Kurdistanê ya di hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya Îraqê de hat bibîrxistin.

Hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê bi madeya 117 û madeyên din ên Destûra Federal a Îraqê hatiye pênasekirin û hat gotin:

"Birêveberiyeke herêmî ye ku statu, sazî û alaya wê di bin garantiya destûrî de ne. Ev statu û ala hem li Îraqê û hem jî li qada navneteweyî bi awayekî fermî tên naskirin."

"Serokatiya Barzanî nayê nîqaşkirin"

Jûra Bazirganiyê ya Cizîrê diyar kir ku nîqaşkirina pêgeha siyasî ya Mesûd Barzanî "ji rastiyê dûr e" û çavkaniya meşrûiyeta Barzanî wiha rave kir:

"Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên giştî yên dawî yên Îraqê wekî partiya ku li seranserê Îraqê herî zêde deng standiye, vê yekê jî meşrûiyeta siyasî ya Birêz Mesûd Barzanî bi awayekî bê guman piştrast kiriye.

Serokên dewletan ên ku diçin Hewlêrê, di serî de Tirkiye, Birêz Barzanî wekî rêberê fiîlî qebûl dikin û pêşî wî ziyaret dikin. Lewma nîqaşa 'sifata fermî' bê wate ye."

"Sedema aciziyê ala destûrî ye"

Birêvebiriya Jûreye diyar kir ku nîqaşên li ser tîma parastinê û çekên wan ne bi niyeteke baş in û destnîşan kir ku berteka esasî li hemberî Alaya Herêma Kurdistanê ye ku bi Destûra Îraqê tê parastin û got:

"Rastî ev e, eger li ser milê wan Alaya Herêma Kurdistanê nebûya, ne çekên lûledirêj eger roket jî hilgirtana kesî ev nedikir pirsgirêk."

Hevkariya stratejîk

Jûreyê her wiha bal kişand ser pêwendiyên aborî û ewlehiyê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û hat bibîrxistin ku qebareya bazirganiyê gihiştiye 30 milyar dolaran.

Di metnê de behsa helwesta toleransê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin û hat gotin:

“Li parlamentoya wê Tirkî jî di nav de hemû ziman tên axaftin, di hikûmeta wê de wezîrekî Tirkmen heye û ev wezîr bi rozeta alaya Tirkiyeyê kar dike û cihêkariya etnîkî jî nîne."

 Jûreyaa Bazirganiyê ya Cizîrê diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Barzanî bi aqilê dewletê û berjewendiyên herêmî re nagunce û wiha got:

“Xelkê Cizîrê bi mêvanperwerî û baweriya xwe ya bi aştiyê re tê naskirin.

Serdana Birêz Barzanî pêngavek e ku têkiliyên biratiyê yên herêma me xurt dike.

Hin kes hewl didin vê serdanê reş bikin lê em dê parastina aştî, aramî û rêzgirtina dualî bidomînin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin