
Johannes Hahn: Pirsgirêka aboriya Tirkiye, siyasî ye
Berpirsiyarê Berferehkirinê yê Komisyona Ewrûpayê Johannes Hahn destnîşankir ku: “Aloziya aborî li Tirkiye di encama metodên siyasî yên desthilatê ye. Ev alozî jî bi alîkariya maddî û diravî ji bo Tirkiye nayê çareserkirin”.
A+A-
Johannes Hahn di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Die Welt a Almanî de anî ziman: “Pirsgîrekên aborî ku li Tirkiye peyda bûn e, ew pirsgîrêk in, ên ku ew bi xwe bûn e sedem. Pêwîst nake em destwerdanê di van pirsan de bikin”.
Serokomarê Tirkiye sibe seredana Almanya dike û ligor şîrovekaran Erdogan dê daxwaza alîkariya aborî û krediyê ji Almanya bike.
Lê, ligor Hahn: “Ji bo başbûn a rewşa aborî siyasetek diravî ya zanyar, Bank a Navendî ya serbixwe, parastina bîngehên demokrasiyek bihêz dikare bibe alîkar. Erkê van reforman jî, li stûyê desthilata siyasî ye”.
Hahn herweha diyarkir ku, Ewrûpa dixwaze Tirkiye welatek ewle û serkeftî be, lê dive reform li vî welatî pêk bên. Wê demê de şirketên Ewrûpayî dîsa rêya Tirkiye hilbijêrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin