Ji Weqfa Kinyaze Ibrahim Mirzoyev Spasdarî

Ji Weqfa Kinyaze Ibrahim Mirzoyev Spasdarî

.

A+A-

 

Em wek Rêvebirîya Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (W.K.Î.M.), berî hemî tiştî ji bo tevlêbûn, pêywendkarî û xêrxazîya civata xwe, mêvanên ezîz ku ji welatên cûrbecûr hatibûn û bi taybet jî Hunermendên giranbuha, bi rêz Dr. Şivan Perwer, Derwêş Serhedî û Serhat Çarnewa gelek sipasdarin ku ji bo yekemîn salvegera kiras guhestina nemir Akademîsyen, Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv hatin, bi dil û can mil dan milê me, bi germaya dilên xwe, bi zanistî û pisporîyên xwe va rê nîşanî me dan û bi me re bûn.

Wek li ser medya civakî jî hat daxuyan; roja 08.08.2022 seet:11:00 a merasimeka balkêş li gundê Aşîbûlaka Almaty hat damezirandin. Merasim, bi gerandin û sitranên dengbêjî, bi dengê hunermend Derwêşê Serhedî ve destpêkir. Di Peyra Pêykerê nemir Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv hate vekirin. Bi axaftina Serokê Yekîtîya Kurden Kazakistanê (BERBANG) birêz Ezîzê Zîyo Bedirxanî, axaftina destpêkir. Gelek kesayetên rengîn û balkêş wek pêşeng û rêvebirên civatan/milletan axifîn. Endamê PENa Kurd, rojnamevan birêz Salih Kevirbirî axaftineke dirêj û bi wate hanî ziman. Di peyêra birêz Dr. Barî Mahmûd (ji Berlin) û helbestvanê hêja birêz Sedî Ûsiv helbestên ku li ser nemir Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv nivîsîbûn hanîn ziman. Merasim, beşa li ser gora nemir Mîrzoyêv dîsa bi sitrana hunermend Derwêş Serhedî a ku ji bo nemir Mîrzoyêv nivîsîbû, dawî bû.

Beşa duyemîn: nava bajarê Almaty di salona “Gulvar”, 500 kesî zêdetir berhev bibû. Bi rêvebirîya bi rêz Latîfê Hemze û hunermend Derwêşê Serhedî xarin, vexwarin, dûa, axaftinên gelek kesên giranbuha, nemir Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv hanîn bîr.

Roja 10.08.2022 seet: 18.00

I.Festîvala Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv li salona Zankoya Netewî ya Qazaxistanê a bi navê Al Farabî, awayekî bê bilêt (ji bo gel), bi tevlêbûna Hunermend Dr.Şivan Perwer, Derwêş Serhedî, Serhat Çarnewa, koma Kurdistan, Meruert Tusipbayeva, Gulistan Mamedova, Nazar Serik, Asiljan Tuzelbek, û beşdarbûna 2000 kesan va hate pêşkêşkirin. Pêşkêşvanîya Festîvalê, zimanê Rûsî alîyê bi rêz Latîfê Hemze û zimanê Kurdî jî alîyê rojnamevanê navdar Salihê Kevirbirî ve hate pêşkêşkirin. Bi sitranên Serhat Çarnewa ve ciwanên beşdar coşeke mezin girtin. Di pêy re Derwêş Serhedî bi 4 zimanan ve cûrbecûr miqamên Rojhilata Navîn bi awazên Kurdî ve hanî ziman. Sitrana li ser nemir Mîrzoyêv çêkirîye, atmosfereke xemgîn da salonê.

Herûha hunermend Derwêş Serhedî bi xelata I.Festîvala Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (W.K.Î.M) ve di ser navê rêvebirê “BERBANG TV” hate xelatkirin. Serhedî, hanî ziman ku; “Ez vê xelatê di ser navê hemî kedkarên Berbang TV hildigirim”. Got û xelat maçkir û da li serserê xwe.

Piştî wê êdî dema erdheja Mamostayê bê hempa Şivan Perwer bû.

Bê kêmasî… Erdhejbû!!!

Salon bi sitranên mamostayê hêja radibû-rûdinişt.

Bi navbereke kurt hate dayîn. Dr. Şivan Perwer, bi xelata Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev a zêrîn ve hate xelatkirin. Bi banga mamosta Şivan Perwer, hunermend Derwêş Serhedî, Serhat Çarnewa, Gulistan Mamedova jî hatin li ser dîkê. Bi hevre sitranên folklorî û marşên netewî ve, bê kêmasî salon hejandin.

Bi wê coşê va Festîvala yekemîn dawîbû.

Em wek rêvebirîya Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (W.K.Î.M.) hemi hunermendên me ên beşdar re, hemî mêvanên giranbuha re, hemî keddar û zehmetkêşan re, kin û kurt; hemî beşdaran re gelek gelek sipas dikin. Em soz didin ku, hersal wê di sala çûyî baştirbe. Armanc û xebatên me wê xizmeta gelê me, civata me, herûha jî gelên ku em bi hevre dijîn da be. Gazin û rexneyên we ên dostanî li ser çavên me, ji bo pêşketina kar û xebatên me, wê mera bibe şemdan û find.

Silav û hurmet

Rêvevirîya Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

(W.K.Î.M.)

1-288.jpg2-326.jpg3-300.jpg4-243.jpg5-184.jpg6-133.jpg8-083.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin