Jinên Wanê dê bo paqijhiştina Gola Wanê 430 kîlometreyan bimeşin

Jinên Wanê dê bo paqijhiştina Gola Wanê 430 kîlometreyan bimeşin

.

A+A-

 Hejmareke endamên Komaleya Aktîvîstên Gola Wanê û Xwezahezên parêzgeha Wanê ne li Bakurê Kurdistanê. Wan di çarçovaya paqijî, xwedîderketin û balkişandina li ser Gola Wanê dest bi meşekê kirine.

Ew dê di çarçoveya meşa xwe de li 430 kîlometre peravên gola Wanê bimeşin. Ew di qonaxa 5emîn a meşa xwe de li peravên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ne û jin pêşengên vê çalakiyê ne.

Îrem Bayram yek ji çalakvanên beşdar di kampanyayê de dibêje, “Em bi aktîvîstinê Gola Wanê re bi pêşengiya jinan dimeşin. Em di qonaxa 5emîn a çalakiya xwe de ne. Me ji Edremît a Wanê destpêkir, niha piştî 3 heftiyan em hatin Tetwanê. Li vir herwiha çalakiyeke me ya paqijiya gilêş jî dibe.”

Van çalakvanên xwezayê meşa xwe ji navçeya Artêmêt a Wanê dane destpêkirin û piştî 140 kîlemetreyan gihiştine vê peravê. Wan li peravên Tetwanê piştî bêhnvedanê li ber stranên Kurdî govend girtin. Ew dixwazin Gola Wanê bi paqijî bo nifşên nû bihêlin.

Serokê Komaleya Aktîvîstên Gola Wanê, Erdoğan Ozel jî diyar kir, “Gola Wanê hewzeyeke girtî ye û mixabin em Wanî û Bedlîsî wê qirêj dikin. Herku diçe qirêj dibe. Em balê dikişînin ser vê yekê. Ji bo ku ev ciwanî  bi paqijî bo zarok, nevî û nifşên nû bimîne  divê îro û sibe xelkê me xwedî li vê golê derkeve.”

Gola Wanê mezintirîn Gola Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Rêjeya xwê û sodayê di ava wê de zêde ye û li seranserî cîhanê gola herî mezin a bi soda ye.

Bi giştî bilinbûna asta ava wê ji deryayê  hezar û 464 metre ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin