Jinên ji Rojavayê Kurdistanê li Helebceyê pêşangeheke şêwekariyê vekirin

Jinên ji Rojavayê Kurdistanê li Helebceyê pêşangeheke şêwekariyê vekirin

.

A+A-

Hejmarek jinên ji Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Helebceyê, pêşangeheke şêwekariyê vekirin.

Di pêşangeha jinên ji Rojavayê Kurdistanê de 12 şêwekaran bi 13 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Beşeke wan tabloyên ku hatine nîşandan, pênaseya jinê dikirin, bi taybetî jî jinên ku koçber bûne.

Yek ji beşdararên pêşangehê ku bi neh tabolayan beşdarî kiriye dibêje, ev pêşangeh dê bibe derfetek ji bo karên zêdetir ên hunerî yên hevbeş di navbera parêzgeha Helebceyê û Rojavayê Kurdistanê de.

“Em bi 33 tabloyan û peykerekê beşdar bûn. 12 hunermendên şêwekar ên Rojavayê Kurdistanê li Başûr ev pêşangeh çêkirine. 9 tabloyên min hene ku her 9 jî behsa jinan dike.”

Her wiha pêşangeheke bi navê 'Denge Pir Rengekan' a hevbeş a wêneyên hunermendên jin ên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê jî roja Çarşemê ya 12yê Tîrmeha 2023yên li Silêmaniyê ji aliyê Dezgeha Heft Reng hatibû vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin