Jîna an Mahsa?

Jîna an Mahsa?

.

A+A-

Welat Nehrî - Li Rojhelatê Kurdistanê piraniya kurdan du nav hene. Yek ji wan ewe ku malbatên nîştimanperwer û welatparêz bo zarokên xwe hilbijartine û piraniya caran wate û bingehekî wan ya kurdî heye (wek Jiyan, Nîştiman, Kurdistan, Hêmin, Hejar û Şoriş), lê ji ber ku navên kurdî ji aliyê rejîma Îranê hatine qedexe kirin ew nav tu carî neketine ser belgeyên fermî.

Navê dûyê bê dilê malbatê ji aliyê rejîmê tête ferz kirin û piraniya wan navên erebî û farisî ne.

Di rewşa wiha de zarok li malê û di nav civakê de bi navê kurdî têne bangkirin, lê di fermiyetê de tenê navê ferzkirî têne bi kar anîn.

Keça kurd ya 22 salî ku di 16/9/2022 ji ber îşkence û kiryara nemirovane ya hêzên kevneperest yên ser bi rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da, yek ji wan qurbaniyên siyaseta nijadperestî û dijîkurdî ya rejîma Îslamî ya Îranê bû. Navê wê yê rastîn Jîna bû, lê rejîma dagîrker navê wê kiribû Mahsa.

Ez hêvî dikim hemû kurd hevwelatiyên xwe bi navên wan yên kurdî bang bikin. Daxwaz dikim kesên ku di medyayê û torên civakî de navê keça serbilind ya kurd bi şaşî bi kar anîne, bi aliyê kêm navê kurdî li nivîsa xwe zêde bikin.

Têbînî: bikaranîna navên kurdî li beşên din yê Kurdistanê jî hertim qedexe û tijî pirsgirêk bûye, lê li wir mijar navê Jîna ya Kurdistanê bû.

RIATAZA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin