Jin û mêrek li şûna kirîna zêran, 2725 daran li çiyayên Kurdistanê diçînin

Jin û mêrek li şûna kirîna zêran, 2725 daran li çiyayên Kurdistanê diçînin

.

A+A-

Du hevjînên Kurd ji bo parastina jîngehê û guhertina çanda "mareyî û qelenê", biryareke balkêş dan. Wan li şûna zêr û pereyan, çandina 2725 darên berûyan wekî şertê zewaca xwe (mareyî) qebûl kirin û dest bi çandina wan kirin.

Jîngehparêz Bîjen Hêşmetî û hevjîna wî ya bi navê "Kurdistan", wekî îlhamek ji sala Kurdî (2725), biryar dan ku bi wê hejmarê daran li çiyayên Kurdistanê biçînin. Yekem dar jî bi navê hevjîna wî "Kurdistan"ê hat çandin.

Bîjen Hêşmetî ku zêdetirî 23 salan e karê jîngehparêziyê dike ji K24ê re ragihand: "Mirov xwedî du dayikan e; yek ew dayika ku mirov aniye dinyayê û ked daye, dayika duyem jî xweza û ax e."

Armanca vê çalakiyê ne tenê jîngehî ye, di heman demê de peyameke civakî ye jî. Her du hevjîn dibêjin ku wan ev gav avêtiye daku dawî li "kirîn û firotin û danîna nirxên madî li ser jinan" bînin û bang li ciwanan kirin ku ew jî vê rêbaza nû bişopînin.

Hêşmetî heta niha li çiyayên Kurdistanê di navbera 10 heta 12 hezar darên berûyan çandine. Di vê pêngava nû de jî hevalên wan bi wan re ne û alîkariyê dikin. Tîma wan plan kiriye ku îsal ji wê hejmara ku wekî mareyî (2725 dar) diyar kirine, zêdetir daran biçînin.

Yek ji hevalên wan, Mesûd Şêrwanî dibêje: "Armanc û baweriya Bîjen ew e ku em nîştimanperwer û jîngehparêz bin. Ew girîngiyeke mezin dide xweza û çiyayên Kurdistanê daku ji nav neçin."

Bîjen Hêşmetî ligel xebatên jîngehparêziyê, mamostetiya zimanê Kurdî jî dike û xizmeta ziman û çanda Kurdî dike.

Kurdistan 24

 

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin