Ji Zanîngeha Rojava 211 xwendekar der çûn

Ji Zanîngeha Rojava 211 xwendekar der çûn

.

A+A-

Zanîngeha Rojava derçûyên xwe yên nû dan û Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî ew pîroz kirin.

211 xwendekar ji beşên cuda yên Zanîngeha Rojava der çûn.

Zanîngeha Rojavaya ku li Qamişloyê ye, zanîngeha herî mezin a Rojavayê Kurdistanê ye.

Zanîngeh sala 2016an hat vekirin û 8 fakulte û 4 peymangehên wê hene.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî wêneyên derçûyan belav kirin û got:

“Em Zanîngeha Rojava ji bo mezûnbûna pola nû ya xwendekarên hêja pîroz dikin.

Serkeftina ku em îro pîroz dikin berdewamiya xwîna şehîdên me ye ku ne tenê axa me av da lê di heman demê de nifşekî ku zanîn, hişmendî û berpirsiyariyê hildigire jî xwedî kir.

Pîrozbe ji bo we hemûyan... Em bi hemû berhemên şoreşa xwe serbilind in...”

Ji bilî Zanîngeha Rojava 2 zanîngehên din ên girêdayî Rêveberiya Xweser hene.

Zimanê perwerdeyê yê van zanîngehan Kurdî ye.

Zanîngeha Kobaniyê ya ku 2017an hat vekirin ji fakulteyek û 4 peymangehan pêk tê.

Li Zanîngeha Şerqê ya li Reqayê ku 2021ê hat vekirin jî 2 fakulte û 2 peymangeh hene.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin